Penabera polîtîk û welatiya Swêdê Aysen Fûrhoff a ji ber lêgerîna Tirkiyeyê bi rêya Înterpolê di 20'ê Hezîranê de li Gurcîstanê hat girtin, di 12'ê Îlonê roja Şemiyê de, bi biryara dadgeha nobedar serbest hat berdan.
Hat ragihandin, ku Fûrhoff a ji bo serbestberdanê di 10'ê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kir, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hatiye berdan û heta darizandin bi dawî bibe lê hat qedexekirin ku derkeve derveyî Gurcîstanê.
Fûrhoff neçar hat hişt ku her roj biçe qereqolê û nîşanb ide ku welat neterikandiye.
Girtina Fûrhoff li Gurcîstanê, li Swêdê rê li ber nerazîbûnan vekiribû. Ji bo şermezarkirina zextên hikûmeta Tirk ên li hemberî girtiyên siyasî û rexnekirina bêdengiya Swêdê, gotar hatibûn weşandin.
Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê û Tevna Rêxistinên Jinan jî di nav de 15 rêxistinên civakî yên sivîl, ji bo serbestberdana Fûrhoff ketibûn nava hin hewldanan û beriya niha bi du hefteyan, heyetek ji sê kesan li ser navê van rêxistinan bi rayedarên Wezareta Karên Derve re hevdîtin kiribû.