Encamnameya Konferansa Berxwedanê ya YPJ Kobanê hat aşkerakirin

Encamnameya Konferansa Berxwedanê ya YPJ Kobanê ji çapemenî û raya giştî re hat aşkerakirin.

Encamnameya Konferansa Berxwedanê ya YPJ Kobanê, ku di 4-8'ê Îlonê de bi beşdariya 105 delegeyan li Kantona Kobanê hate lidarxistin, ji raya giştî re hat aşkerakirin.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku berxwedana di serî de ji bo jinên Rojhilata Navîn, diyarî hemû jinên cîhanê hatiye kirin û cih daye tespîta "Li Kobanê berxwedana azadiyê ya jinan, hilweşandina çand û sîstema serdest zilam e". Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku şer û kaosên li Rojhilata Navîn tên jiyîn herî zêde bandorê li jin û gelan dikin û ev tişt hatin gotin: "Kaosa ku ji ber polîtîkayên serdest ên zilam pêk tê, herî zêde li jinan dixe, meydanên aydê zilam diafirîne. Ji ber pêkanînên ku bi aqilê zilam têne kirin, herêma me ber bi şerên dijwar û pirsgirêkên ku bûne koregirêk ve diçe. Hêza herî mezin ku wê vê kaosê ji holê rake û derketina şaristaniyek nû pêk bîne, jin e."

PÊŞENGIYA JINÊ

Di berdewama encamnameyê de bal hat kişandin ku di nava tabloya heyî de gelek baş tê dîtin ku şaristanî û avabûnek civakî ya ku cewhera jinê tê de ne kerixî be, demokratîk nabe û wiha hate domandin: “Li hemberî gelên ku bi geşedanên şoreşgerî yên li herêma me tên jiyandin re şiyar bûne û hişmendiya wan pêş ketiye, şandê jiyanê yê modernîteya kapîtalîst êdî nemaye. Geşedanên dîrokî yên ku bi pêşengiya jinan tên jiyandin, ew geşedan in ku yekdestiya kapîtalîst a zilam bi wateya cidî de tehdît dikin.”

Di encamnameyê de hate bibîrxistin ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê pêş ketiye û ev tişt hatin gotin: “Li gel hewldanên tasfiyekirina şoreşê, bi êrîşên ku li Musil û piştre li Şengalê li hemberî jinan û gelê êzidî pêk hatin re, hate xwestin ku têkoşîna azadiya jinan a ku ji Kurdistanê ber bi Rojhilata Navîn ve bi lezeke mezin belav dibe, bê derbkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku DAIŞ wekî berhemeke emperyalîzma zilaman, ji bo fetisandina jiyan û şoreşa civakî ya ku di navenda wê de jin heye, hatiye pêşxistin.

'ÇAVKANIYA ME TÊKOŞÎNA JINAN A LI KUKRDISTANÊ PÊŞ DIKEVE YE'

Di encamnameya Konferansa YPJ’ê de bal kişand ser destketiyên Têkoşîna Azadiya Jinan a Kurdistanê û hate gotin ku vê têkoşînê li Rojhilata Navîn xetek û rêya bi aram a rizgariya jinê diyar kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku asta ku jinên kurd hem li qada leşkerî-polîtîk, hem jî li qada bîrdozî bidest xistiye, bûye çavkaniya hêvî û bendewariyên hemû jinan. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Artêşa jinan YPJ’ê ku li Rojava xwe birêxistin kiriye, di demeke kurt de hêz û îradeya xwe danî holê û destkeftiyên girîng bidest xistine. Ast û hişmendiya ku YPJ gihîştiye, di berxwedana Kobanê de hîn vekirîtir derketiye holê. Li hemberî hovîtî û tarîtiya DAIŞ’ê, şervanên me yên YPJ’ê ku bi bawerî û biryardariya azadiyê şer kirin, li hemberî her cure durûtî, nemerdî û komkujiyan, bi xeyala jiyanek azad û bi rûmet emrê xwe diyarî kirine. Di kozikên berxwedanê de bêyî teredut xwe daye pêş, bi bombeyên ku di bedenen xwe de teqandine re, tirs xistiye nava tarîtiya zilam a DAIŞ’ê. Bedela wê çiqas mezin bibe bila bibe, jinên ku ji bo jiyanek azad û bi wate şer dikin, îro li Kurdistanê îdîaya jin û civakek azad, her wiha îradeya wê  bi rengî herî bihêz daniye holê."

'HEBÛNA YPJ'Ê NÎŞAN DA KU ZÎHNIYETA ZILAMN DIKARE TÊK BIÇE'

Di encamnameyê de hate gotin ku di serî de Kobanê berxwedana li Rojava hatiye nişandan wekî berxwedana; "Li hemberî derew, durûtî û hemû qirêjiyên pergalê yên zilamtiya serwer, nîşandayîna nerazîbûnek mezin, nefretkirina ji wê, derketina li dijî wê" hate binavkirin. Di encamnameyê Şoreşa Rojava wekî, "lutkeya îradeya jin û civakê" hate nirxandin û ev tişt hatin gotin: "Berxwedana me ya Rojava; çi tiştekî aydê zilamê serwer û sîstema ku wî afirandiye hebe jê biriye û avêtiye, bawerî û biryardariya ji nû ve afirandina tiştên aydî jinê daniye holê. Azwerî, bêrî û lêgerînê wê ya ji bo azadiyê, ruhê berxwedanê û têkoşîna jinê derxistiye lutkeyê. Îradeya jinan derxistiye holê û li hemberî komkujiyên jinan û polîtîkayên ku jinan li derveyî jiyanê digirin, bûye hêviyek. Mezinkirina vê hêviya hane, veguheriye armanca hemû tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn. Şoreşa Rojava di heman demê de li hemberî sîstema dewlet-desthilatdariyê, ji bo gelên cîhanê bûye vebijêrkek nû. Gel di dora derxwedana ku li hemberî tarîtiya zilam a ku Rojava dorpêç kiriye hatiye nişandan, gihane hev, di xweseriya YPJ’ê de jî baweriya berxwedanê jiyanî bûye. Herku bandora hêza YPJ’ê berfireh dibe, jinên cihanê jî bawer kirine ku dikarin li hemberî şîdet û serweriya zilam şer bikin. Jinan dîtiye ku bi têkçûna aqilê zilam, li dora jinan jiyanek bi wate dikare bê raçandin. YPJ’ê di warê ku jin baweriya cewherî qezenç bikin de rolek gelekî diyar û bibandor girtiye ser xwe. Di vê wateyê de dikare bê gotin ku berxwedana YPJ’ê gerdûnî bûye.  Sedema ku ji gelek cihên cîhanê jin tevlî nava refên me dibin, ev e. Berxwedana ku YPJ’ê nîşan daye ev peyam daye jinên cîhanê: Hun ne mehkûmên çanda tecawizkar a sîstema serwer a zilam in. Jin dikarin bi hêza xwe ya cewherî dikarin çeteyên herî hov ên cihanê têk bibin. Hûn dikarin bi parastina cewherî şîdeta zilaman rawestînin û cihana xwe ya nû ava bikin."

'ŞEHÎDÊN BERXWEDANA KOBANÊ FELSEFEYA JIYANA ME NE'

Di encamnameyê de hate gotin: "Em berxwedana Kobanê di serî de jinên Rojhilata Navîn, diyarî hemû jinên cîhanê dikin" û ev tespit hate kirin: "Li Kobanê berxwedana jina azad, hilweşandina çand û sîstema zilamê serwer a 5 hezar salan e”.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku di konferansê de biryarên girîng hatine girtin û hinek ji wan biryaran wiha hatin rêzkirin:

"* Serketina Kobanê berhema şehîdên me ye. Bi hişmendiya ku afirînerên vê serketinê Revan, Arîn, Zîlan Berîtan in, em ê serketina Kobanê di jiyana xwe de serwer bikin û ev felsefeya me ya bingehîn e.

* Li Kobanê jin bûne navê israra di berxwedanê de û bernedana mewziyan. Bi vê seknê gelek şehîdên me yên jin ên leheng bûne pêşengên xeta azadiyê. Biryardariya jiyana azad a jinên Kobanî, dema şehîd Revan bi cesaretek mezin xwe di dijmin de teqandiye, hate dîtin. Ruhê fedayî yê Zîlanan bûye ruhê Kobanê. Rêval Arîn di demeke ku şer herî dijwar bû de, bi ruhê xwe yê fedayî re, xelekeke din a jiyanê çêkiriye. Dîsa ji fermandarên me Rojen Rojhilat, Medya Helincê, Dîcle Rojhilat, Destîna Başur, Rojda Tirbespiyê, Nujiyan Gever, Roza Kobanî, Gulan Batman, Ozgur Afrîn yên ku pêşengiya berxwedana Kobanê kirin, li eniyên herî pêş bi ruhê serkeftinê şer kirin, dane şerkirin û di vê bingehê de şehîd ketin, bûne fermandarên serketinê.

* Li Kobanê her şehîdek me ya jin, destanek cuda nivîsandiye. Li her eniyekê lehengiyên ku ku tu caran nayên jibîrkirin û divê teqez bibin malê dîrokê nîşan dane. Heval Rojda Çarikli, Serhildan Kobanê, Dîrok Kobanê bûne sembolên gihandina hev a çanda welatparêzî û jina berxwedêr a gelê Kobanê û ruhê fedayî ya ciwanan.  Hevala Zozan Kobanê ku ji destpêka şer heta dawiyê di nava berxwedanê de wekî peywîrdara tenduristiyê li gel rêhevalên xwe li eniya herî pêş ked û hewldanek mezin nîşan daye, di asta herî jor de bûye îfadeya pîvanên welatparêzî û fedakariyê.  Rêheval Sarya Ozgur, wekî sembola bîrdoziya azadiya jinê û piştevaniya şoreşgerî ya enternasyonalîst derbasî dîroka Kobanê bûye.

* Bi berxwedana YPJ’ê re xwedîderketina li dîroka azadiyê jinê û mîrateya ku wê afirandiye, hîn zêdetir berfirehkirina rastiya gerdûnîbûna wê, wekî peywîra me ya herî bingehîn hatiye qebûlkirin û biryar hatiye girtin.

* Biryardariyek hatiye nişandan ku rastiya jina azad a ku di bingeha paradigmaya demokratîk û bîrdoziya rizgariya jinê de bûye xwedî hişmendî, îrade, xwe birêxistin kiriye, têkoşîn bilind kiriye û bedew bûye, di her kêliyek jiyanê û şer de esas bê girtin.

* Di çarçoveya ji nûve avasaziyê de biryar hatiye girtin ku hêza YPJ’ê bê mezinkirin, profesyonelkirin, sîstema wê ya parastinê bê bihêzkirin, bi espiriya Suriyeya Demokratîk re ji çand û nasnameyên cuda yekîneyên parastinê yên jinan bên birêxistinkirin. Di vê çarçoveyê d hedef hatine diyarkirin."

GELÊ CIZÎRA BOTAN HAT SILAVKIRIN

Di dawiya encamnameyê de, di serî de gelê Cizîra Botan ku li Bakurê Kurdistanê li dijî faşîzma AKP’ê berxwedaneke mezin nîşan daye, hemû berxwedêrên li çar perçeyên Kurdistanê hatin silavkirin û wiha hate gotin: "Konferansa me dayik û jinên ku li çar aliyên Kurdistanê heta roja îro di hemû serhildanan de pêşengî kirine selav kirine û soza xwe ya serketin û azadiyê nû kiriye. Li gorî vê soza xwe em bang li hemû jinên ciwan dikin ku xwedî li xak, nasname, çand û dîroka xwe xwedî derkeve û tevlî refên YPJ’ê bibin. Em dibêjin Konferansa Berxwedana Kobanê ya YPJ’ê li hemû jinan û gelê me pîroz be."

...