Di çarçoveya Fete de l'Humanite, Komeleya Piştgiriyê ya Fransa-Kurdistan ji bo bîranîna şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de Parlamentera Partiya Çep a Ewroapyê Marîe Crîstîne Vergîat, rojnamevan Pîerre Barbenson, Sylvîe Jan û Hevseroka CDK-F Cemîle Renklîçay weke qiseker amade bûn.
Bîranîna roja Şemiyê saet di 18:00 de destpê kir ji aliyê qenala Fransayê Canal + ve hat şopandin. Heyeta Rojava ya ji bo Fete l'Humanite hatibû jî, tevlî çalakiya bîranînê bû.
Di merasîmê de hat destnîşankirin ku bîranîna jinên Kurd bi xwedîderketina li têkoşîna wan dibe û êrîşên li dijî jinên Kurd û têkoşîna wan a li Rojava, Kobanê, Cizîrê û çar parçeyên Kurdistanê hatin vegotin.
Parlamentara Ewropayê Marîe Crîstîen Vergîat di axaftina xwe ya li vir de li ser koma dostaniyê ya wan li Parlamenta Ewropayê ji bo Kurdan ava kirine agahî da û diyar kir ku bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin nayên qebûlkirin. Qisekeran dan xuyakirin ku aşkerakirina hêzên li pişt komkujiya li Parîsê, wezîfeyeke rojane ya li pêşberî têkoşîna jinên Kurd e.
Di merasîma bîranên de Koma Piya derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir. Bîranîn bi qîrîna dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.