Ji Jinên Hopayî çalakiya ji bo Cizîrê

Jinên Hopayî li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi hinceta îlana xweseriya demokratîk li dijî gelê Cizîrê pêk tîne, çalakî li dar xistin û gotin "Deng bidin Cizîrê".

Jinên Hopayî li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi hinceta îlana xweseriya demokratîk li dijî gelê Cizîrê pêk tê, çalakî li dar xistin û gotin "Deng bidin Cizîrê".

Li Hopaya ku çend roj berê êrîşen nîjadperestan li hemberî avahiya HDP’ê pêk hat, ji bo protestokirina komkujiya li Cizîrê pêk tê, li navenda navçeyê çalakiya rûniştinê  hat lidarxistin. Jinên Hopayî tulbendên spî yên sembola aştî û pakbûnê ne dabûn serê xwe, li derdora sembola aştiyê û nîvîsa, “Deng bidin Cizîrê” rûniştin.

Jinan dowîzen ku li ser asta komkujiya li Cizîrê rû daye nîşan didin hilgirtin. Jinan paşê jî wêneyên tekildari komkujiya Cizîrê li hin deverên navçeye daliqandin û tulbendên xwe yê spî yên sembola aştiyê bi daran vekirin.