Li Danîmarkayê çalakiya jinan a ji bo Cizîrê
Ji bo balê bikişînin ser berxwedana Cizîrê, jinên Kurd li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li qenala TV2 News ji bo nîv saetê çalakiyek lidar xistin.
Ji bo balê bikişînin ser berxwedana Cizîrê, jinên Kurd li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li qenala TV2 News ji bo nîv saetê çalakiyek lidar xistin.
Kurdên li Danîmarkayê dijîn, duh êvarê saet di 22:30 de, ji bo raya giştî û medya Danîmarkayê agahdar bikin, ku li hemberî êrîşên nîjadperest ên dewleta Tirk li dijî Kurdan bêdeng in, bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd a Danîmarkayê, avêtin se mezintirîn qenala televîzyonê ya nûçeyan a Danîmarkayê TV2 News û nîv saetê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Çalakgeran di dema çalakiyê de bi rayedarên televîzyonê re hevdîtin kirin, der barê pêvajoya dawî de agahî dan û bêdengiya medya Danîmarkayê rexne kirin.
Piştî ku TV2 News soz da ku ew ê ji niha û pê ve bêhtir bi baldarî mijarê bişopînin, çalakî bi bêdengî bi dawî bû.
Di vê navberê de roja Şemiyê wê saet di 13:00 de li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd meşeke girseyî bê lidarxistin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Danîmarkayê bang li gel kir, ku dakeve qadan.