Jinan li Londrayê ji bo Cizîrê bi Rêxistina Efûyê re hevdîtin pêk anîn
Koordînasyona Jinan a HDP’ê ya Londra ji bo balê bikişînın ser pêkanînên dij mirovî yên 9 roj in li Cizîrê didomin, li ber Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî çalakiyek li dar xistin.
ANF
LONDRA
în, 11 rezberê 2015, 17:28
Koordînasyona Jinan a HDP’ê ya Londra ji bo balê bikişînın ser pêkanînên dij mirovî yên 9 roj in li Cizîrê didomin , li ber Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî çalakiyek li dar xistin.
Jinên îro danê nîvro li ber avahiya Amnesty International a Londra kom bûn, kefenên spî li xwe kirin, zext û êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê protesto kirin. Heyeteke ku ji jinan pêk tê, bi Mîlena Bûyûm a ji maseya Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê re hevdîtin pêk anî. Heyeta ji Evrîm Yilmaz, Ayşegul Erdogan, Mehtap Işik û ji Dayikên Aştiyê Neslîhan Dag pêk tê di hevdîtînê de bal kişandin ser zext û êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistan û bi taybet 9 roj in komkujiya kul i Cizîrê pêk tîne.
Jinan xwestin Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bilez heyetekê bişîne Cizîrê.
BILA HEYET BIÇE CIZÎRÊ
Jinan piştî pêşveçûnên li Kurdistanê ragihandin ji Rêxistina Efûyê ev daxwaz kirin:
“Pêwîst e êrîşên faşîzan û pêkanînên dij mirovî yên AKP û dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd pêk tîne bên şermezarkirin,
Divê bilez heyetek serbixwe biçe Cizîrê û dest bi lêkolînan bike,
Em dixwazin bilez têkildarî êrîşên faşîst ên hemberî Kurdan, di serî zarok kesên ku tên qetilkirin raporek bê amadekirin û rêxistinên navneteweyî bên agahdakirin.”
‘EM JI NÊZ VE BI MIJARÊ RE ELEQEDER DIBIN’
Rayedara Maseya Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Mîlena Bûyûm da xuyakirin ku ji nêz ve bi mijarê re eleqeder dibin: “Xebatên me berdewam dikin. Dema ku bi encam bû der barê mijarê de em ê gavên pêwîst biavêjîn.”
Dema ku hevdîtin berdewam dikir, li derve jî jinan bi dirûşman êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan protesto kirin.