PAJK'ê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan silav kir
Koordînasyona PAJK'ê, greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î ya ji bo xurtkirina berxwedana gel, silav kir. PAJK'ê got, "Azadiya Rêberê me sedema têkoşîn û jiyanê ye."
Koordînasyona PAJK'ê, greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î ya ji bo xurtkirina berxwedana gel, silav kir. PAJK'ê got, "Azadiya Rêberê me sedema têkoşîn û jiyanê ye."
Koordînasyona PAJK'ê, greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î ya ji bo xurtkirina berxwedana gel, silav kir. PAJK'ê got, "Çalakiya greva birçîbûnê ya bi hearan girtiyên PAJK'î û PKK'yî ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê me, sekinandina êrîşên li dijî gelê me û destnîşankirina vîna çareseriyê bi xurtî, gelekî watedar e. Azadiya Rêberê me sedema têkoşîn û jiyanê ye."
Koordînasyona PAJK'ê, greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î ya ji bo xurtkirina berxwedana gel a ji bo serketina têkoşîna azadiyê dan destpêkirin, silav kir. PAJK'ê da xuyakirin ku berxwedana li zîndanan tê kirin, di pêngava azadiyê ya dîrokî û stratejîk a gelê Kurd de bicihanîna mîsyonekê ye û got, "Em hemû hevrêyên xwe yên beşdarî vê berxwedanê bûne, bi rêzdarî silav dikin. Ev berxwdana hevrêyên me yên li zîndanan, bi berxwedana bi rûmet a gelê me re, li hev kombûna hêzê ye. Ev çalakiya hevrêyên me ya ji bo îlanên xweseriya demokratîk ên gelê me, helwesta azadiyê ye.
Di demên herî zehmet ên dîroka têkoşîna me ya azadiyê de berxwedana li zîndanan bilind bû, her tim serketina vînê derxist holê, hêviya azadiyê, berxwedêriya gelê me xurt kir û bû pêşeng. Di pêvajoyên herî zehmet de bi rola pêşengiyê ya dîrokî rabûye. Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya dîrokî, xweafirandina tevgear me ji berxwedanê ye. Her wiha berxwedana rojiya mirinê ya topyekûn a di sala 2011'an de li hemberî tecrîda li ser Rêberê me hat meşandin, nîşaneya vîn, ruh û xeta berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê bû. Li zîndanan, xwedîderketina li pêvajoya berxwedana topyekûn a pêngava me ya azadiyê ku bi 15'ê Tebaxê re destpê kir, tê wateya kûrkirin û berfirehkirina vê pêngavê."
'JEHRKUJA REWŞA XITIMÎ YA NETEWE DEWLETÊ, PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Projeya neteweya demokratîk a Rêberê me, ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan bi taybetî jî pirsgirêka Kurd, pirsgirêka demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, jehrkuja rewşa xitimanî ya neteweya dewletê ye ku li Rojhilata Navîn êdî dema xwe êdî xilas bûye" û ev yek hat destnîşankirin: "Bi Şoreşa Rojava re li Rojhilata Navîn pêvajoya veguherîna demokratîk û ji holê rabûna statukoyan destpê kiriye. Serketina hilbijartinê ya gelê Kurd û hêzên demokratîk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, rejîma netewe dewlet a yekparêz ji binî ve hejandiye û dînamîk û bingeha rêxistinbûyînên demokratîk derxistiye holê. Zîhniyeta faşîst û darbekar, li hemberî vîna demokratîk a gel dest bi şerekî bêperwa kiriye. Hêza AKP'ê ya faşîst dixwaze vîna çareseriyê ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe bieciqîne, vîna gelê Kurd bişikîne û tevgera azadiyê tine bike. Têkoşîna demokratîk a radîkal a gelan, wê sîstemeke demokratîk a xwe dispêre xwerêveberî û xweparastinê ava bike. Daxwaza xweseriyê ya gelê Kurd rêvebirina xwe bi xwe ye. Ti ji êrîşeke faşîst û paşverû wê nikaribe pêşî li vê biryardariyê bigire."
Daxuyaniya Koordînasyona PAJK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Li dijî şerê AKP li Kurdistanê dimeşîne, gelê me xwerêveberiyên demokratîk ragihandiye û bi bilindkirina têkoşîna aştiyê re gelên Tirkiyeyê bersivê dide. Parastina aştiyê parastiya xweseriyê ye, parastina jiyaneke azad a xwe dispêre xwerêveberî û xweparastinê ye. Di rewşeke berevajî de aştî wê bi tenê weke daxwaz û hêviyekê bimîne. Ji ber vê yekê li çiyê, bajar, zîndana, ji heft heta heftê salî divê hemû şoreşger, demokrat û gelê me yê welatparêz bi awayekî topyekûn, li dijî komkujiyan xweparastinê esas bigirin, di neh aliyan de xwe li rêxistinbûyîna xwe bigirin û vîna xwe bidin rûniştandin, veguherînin sazîbûyînê.
'AZADIYA RÊBERÊ ME SEDEMA TÊKOŞÎN Û JIYANÊ YE'
Di dîroka me ya têkoşînê de yek ji cihên siyaseta înkar û tinekirinê ya li hemberî gelê Kurd bi awayekî herî vekirî û bê rehm lê hatiye meşandin, lê di heman demê de bi berxwedanên xwe yên li hemberî van êrîşên înkar û tinekirinê bûye malê tevahiya dîroka mirovahiyê û hebûna gelê me qewîn kiriye, zîndan e. Dîroka berxwedana me ya zîndanê, yek ji rûpelên herî esîl ê berxwedana hebûna gelê me ye. Çalakiya greva birçîbûnê ya bi hearan girtiyên PAJK'î û PKK'yî ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê me, sekinandina êrîşên li dijî gelê me û destnîşankirina vîna çareseriyê bi xurtî, gelekî watedar e. Heqîqeta herî xurt a dîrokê û sekna pîvana însanî ya nayê guhertin e. Ev ruh xwe dispêre mafdariya me ku wê di vê pêvajoyê de me bi ser bixîne. Azadiya Rêberê me sedema têkoşîn û jiyanê ye.
'EM BANGA BILINDKIRINA BERXWEDANÊ DIKIN'
Li hemberî daxwaza xwerêveberiyê ya gelê me, êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li dijî berxwedana xweparastinê ya gelê me û berxwedana li zîndanan, hewldana fetisandina daxwazên têkoşînê, ji ber siyaseta wê ya têk çûye û israra di şerê zordariyê de ye. Ji bo xwedîderketina li daxwazên berxwedêrên zîndanan û bicihanîna van daxwazan em bang li tevahiya jinan, raya giştî ay demokratîk û gelê xwe dikin ku berxwedanê bilind bikin. Girîng e her kolan, her tax, her bajar veguherin qada berxwedanê, serhildan li hemû Kurdistanê û metropolan belav bibe û vîna têkoşînê ya topyekûn bê nîşandan. Bi baweriya, ku têkoşîna me ya esîl û bi rûmet, wê bi azadiya gelê me ya bi Rêberê me re bigihêje serketinê, em careke din berxwedana hemû hevrêyên xwe yên li zîndanan, hemû welatparêzan û gelê xwe silav dikin."