Jinan li Essenê komîsyona hilbijartinê ava kirin
Li bajarê Elmanya Essenê, jinan komîsyona hilbijartinê ya HDP'ê ava kirin û dest bi xebatên xwe kirin.

Li Essenê, komîsyona jinan a HDP'ê ya ji 22 kesan hat avakirin û xebatên ji bo hilbijartinê hatin destpêkirin.
Di civîna bi vê armancê hat lidarxistin de jinan xebatên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê nirxandin. Berdevkên komîsyonê kêmasiyên xebata di dema hilbijartinên 7'ê Hezîranê de rû dan, niraxndin. Ji ber ku hat tespîtkirin hînê hilbijêrên qeyda xwe nîne hene, hat destnîşankirin ku ji bo hilbijêr heta 10'ê Îlonê qeyda xwe çêbikin, divê xebateke berfireh were meşandin.
Jin wê ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê li nava malan bigerin û rola HDP'ê ya di Meclîsê de vebêjin.