Polîsên Tirk gule berdan jina 80 salî
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk, li navçeya Sûrê gule berdan Makbûle Ermîş a 80 salî û ew ji lingê wê ve birîndar kirin.
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk, li navçeya Sûrê gule berdan Makbûle Ermîş a 80 salî û ew ji lingê wê ve birîndar kirin.
Li navçeya Amed Sûrê, êrîşên hêzên dewleta Tirk û berxwedana gel a li hemberî êrîşan didome. Li nêzî Mizgefta Kûrşûnlû ya Taxa Fatîhpaşayê, Makbûle Ermîş a 80 salî, dema ji bo lêgerîna li kurê xwe derket nava kolanê, rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan gule berdan Ermîş û ew ji lingê wê ve birîndar kir. Gel bi derfetên xwe hewl dide Ermîş derman bike.
Li dijî dorpêçiya polîsan a li navçeyê, gel bi bêr û biviran bendên li kolanên xwe xurt dike û li dijî êrîşa polîsan li ber xwe dide.