Li Dusseldorf, Munchen û Viyanayê çalakiya 'edalet û heqîqetê'
Li bajarên Elmanya Dusseldorf û Munchenê, li bajarê Awûstûrya Viyanayê, ji bo ronîkirina komkujiya li Parîsê ya sê şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lê hatin qetilkirin bê ronîkirin, çalakî hatin lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 17 rezberê 2015, 07:10
Li bajarên Elmanya Dusseldorf û Munchenê, li bajarê Awûstûrya Viyanayê, ji bo ronîkirina komkujiya li Parîsê ya sê şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lê hatin qetilkirin bê ronîkirin, çalakiyên edalet û heqîqetê hatin lidarxistin.
DUSSELDORF
Çalakiya li bajarê Elmanya Dusseldorfê ku her Çarşemê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd û Navenda Civaka Demokratîk ve tê organîzekirin, vê hefteyê bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê ya Dûîsbûrgê hat lidarxistin. Girseya gel a li ber Konsolosxaneya Fransayê li hev kom bû, bi zimanên Elmanî, Kurdî û Fransî dirûşmên "Jin jiyan azadî", "bêdengiya we ji ber hevkariya we ye", "Kujer Erdogan", "Dawî li komkujiyên li Kurdistanê bînin" qîriya.
Piştî xwendina belavoka bi zimanê Elmanî, li ser navê Însiyatîfa Jinê ya Dûîsbûrgê axaftin hat kirin. Hat destnîşankirin, ku di vê pêvajoya awarte de divê her kes li hemberî zext û komkujiyan, bi ruhê serhildanê xwedî li berxwedanên li Kurdistanê derkevin.
MUNCHEN
Li bajarê Elmanya Munchenê, navnîşana çalakiyê pêşiya Konsolosxaneya Fransayê bû. Di çalakiyê de posterên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Di çalakiya ji aliyê Însiyatîfa Jinê ya Sara ve hat organîzekirin de hat ragihandin ku çalakî wê her roja Çarşemê li ber Konsolosxaneya Fransayê bidome.
VIYANA
Li Viyanayê jî çalakiya "edalet û heqîqetê" li ber Konsolosxaneya Fransayê pêk hat. Di çalakiya ku Komeleya Jinên Kurd Avesta organîze kir de, pankarta bi nivîsa "Em edaletê dixwazin" a ji wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hat vekirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PYD û Ciwanên azad hatin hilgirtin.
Nûnerê Ciwanên Azad ê Awûstûryayê Şahîn Dep li çalakiyê peyivî û diyar kir ku Fransa dizane li pişt komkujiyê kî heye. Dep destnîşan kir ku heta kiryarên komkujiyê bên ronîkirin, ew ê vê çalakiya xwe dewam bikin.