Jinên bi çarşeva reş ên di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de bi tilîliyan li dijî êrîşên tîmên taybet derdiketin û li refên herî pêş ên berxwedana gel cih girtin dibêjin, "Ji bo azadiyê em ê bedena xwe bikin sîper."
FERHAT ARSLAN
ŞIRNEX / ANF
pêncşem, 17 rezberê 2015, 07:02
Jinên bi çarşeva reş ên di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de bi tilîliyan li dijî êrîşên tîmên taybet derdiketin û li refên herî pêş ên berxwedana gel cih girtin dan xuyakirin, ku wan di salên 1990'î de jî li pêşberî pêkanîn û kiryarên li hemberî gel, serî netewandine.
Jinên Cizîrî yên ku ji sala 1500'î rûdana efsaneya Mem û Zîn û vir ve, ji bo şîna 'Zîn' bigirin reş girê dane, kevneşopiya xwe ya serhildana li dijî zilmê di herikîna tevahiya dîrokê de meşandine û dimeşînin. Jinên Cizîrî yên ji bo şermezarkirina biryara begê Botanê bavê Zîn Mîr Zeynedîn reş girê dane, dibêjin ku çarşeva ew li xwe dikin fîgura 'olê' nîne. Jinên Cizîrî dibêjin, "Kengî em karibin li ser xaka xwe bi awayekî azad bijîn, em ê hingî kincên xwe yê gelêrî li xwe bikin." Di salên 1990'î de, bi hinceta ku 'PKK'yî çarşevê li xwe dikin û çalakiyê pêk tînin' li Cizîrê li xwekirina çarşevê ji aliyê dewletê ve hatibû qedexekirin û leşkeran çarşeva gelek jinan li nava sûkê ji wan dikirin û diçirandin. Tevî vê yekê jî jinên Cizîrî dest ji sembola xwe ya şînê bernedan û anîn ziman ku piştî jineke ku tîmên taybet li dû wê bûn xwe avêt binê paletên panzerê, ev pêkanîn bi dawî bûye. Jinên Cizîrî yên bi kincê reş xwe nixumandine, di çalakiyên dayikên Şemiyê, daxuyaniyên çapemeniyê û mîtîngan de li refên herî pêş cih girtin. Herî dawî jî di berxwedana taxan a piştî ragihandina xwerêveberiyê de li refên herî pêş ên berxwedanê ne.
Jinên Cizîrî yên reş girê dane destnîşan kirin, ku kengî jiyaneke azad a li ser xaka wan peyda bû, ew ê ji rengê reş vegerin kincên xwe yên bi rengên gelêrî. Ev jinên Cizîrî ji ANF'ê re axivîn.
HÎCRET DÛMAN: Dewletê 9 rojan bi tank û topên xwe êrîşî me kir. Ev Serokkomar me hemûyan 'kafir' dibîne. Lê belê me Serokkomarên ji wî bêhtir bêrehm dîtin. Bila 30 salên bihurî bînin pêş çavên xwe; gelê esîl ê Botanê kengî teslîm bûye? Eger difikirin ku em ê ji niha û pê ve teslîm bibin, xwe dixapînin. Gelê Kurd êdî teslîm nabe. Bi rojan bi çekên giran êrîşî malên me kirin, bi dehan mirov qetilkirin, lê em li vir in. Me Cizîr neterikandin û em ê neterikînin. Li nava Cizîrê bigerin, gelo hûnê mirovekî bi tenê yê rehmetê li Erdogan tîne bibînin? Eger em zilmê li wan dikin bila Xwedê hesabê vê ji me bipirse, lê yê zilm û înkarê dike dewlet e. Zarokên me li hemberî tank û topan li ber xwe didin. Em ê ya bi rûmetdarî li vir bijîn yan jî, waye tank û topên dewletê, balafirên dewletê hene, bila werin me hemûyan bombe bikin. Ev 500 sal in jinên Cizîrê di şînê de ne. Ji kuştina Zînê û vir ve jinên Cizîrî li hemberî Mîrê Botan serî hildan e. Gelo ji van dagirkeran tê ku serî li van jinan bitewînin?
HABÎBE NAS: Jinên Cizîrê reş girê didin, lê belê em ne ji wan jinên ku Misilmantiyê îsîsmal dikin e. Dapîrên me yên şîna Zînê girtin, kincên xwe yên reş dewrî nifşên nû kirin û ev yek gihaştiye heta roja îro. Jİ ber vê yekê jinên reş girê dane yên li Cizîrê di berxwedanê de li refên herî pêş in. Di Newroza 1992'an de em li refên herî pêş bûn, îro jî em li refên herî pêş cih digirin. Dewleta ku çand û zimanê me înkar dike, mîna dijminan bêrehm êrîşî me dike. Eger yên beriya 23 salan êrîşî me kirin dengê me bibihîsta wê ev şer negihaşta roja îro. Eger haya dewletê ji şaşîtiyên xwe yên heta roja îro nîne û hînê rabe gel bikuje, wê sibe nifşê nû ne tenê li Kurdistanê, li tevahiya Tirkiyeyê jî karesateke mezin bijî. Em dibêjin êdî bes e; ya bila me hemûyan bikujin an jî em ê ji bo jiyaneke însanî li ber xwe bidin. Şikur ji Xwedê re, berdêla wê mirin jî be heta vê saetê em ji rêya xwe venegeriyane.
METHA BÎLÎR: Di dema qedexeya derketina derve de gelê me ji heft heta heftê salî li hemberî tîmên taybet li ber xwe da. Bi ço, kevir, tiving û tilîliyan li ber xwe da. Em weke jin, şev û roj bi tilîliyan me destek dan zarokên xwe yên li ber xwe didin. Jinên Cizîrî yên reş girê dane wê ji îro û pê ve jî serî netewînin. Xwedê dibîne, em ê li hemberî zilma wî dîktatorê li wê Qesrê serî netewînin. Li Cizîrê ciwanekî bi tenê jî sax nehêlin, em jin, li dijî tank û topan em ê bedena xwe bidin sîper. Li cem yên dijberê me çand û exlaq nîne. We kuştin; lê çimali pêş çavê cîhanê di germa 20 pileyî de hûn nahêlin em cenazeyên zarokên xwe veşêrin? Pirsgirêka me bi ti gelî re nebûye û wê ji niha û pê ve jî nebe. Civata Botanê civateke esîl e. Lê belê ew şexsê li Qesrê ti carî nikare bibe birayê me, nikare bibe birayê me yê olê. Ji ber ku Misilman destûrê dide mirovan ku cenazeyê xwe veşêre. Lê ev şexs ji olê ewçend dûr ketiye, ku nahêle em cenazeyên xwe jî veşêrin.