Nivîskar û akademîsyenên jin li Cizîrê ne

Koma Piştevaniya Jinê ya ji nivîskar û akademîsyenên Tirkiyeyî pêk tê, Cizîra Botan ziyaret kir.

Koma Piştevaniya Jinê ku di nav de Oya Baydar, Perîhan Magden û Ayşe Kûlîn jî henen, malbatên 21 kesên li Cizîrê ji ber terora dewletê jiyana xwe ji dest dan, ziyaret kir. Baydar li ser navê heyetê peyivî, AKP hişyar kir û got, "Di oxira desthilatdariya xwe de dest ji kuştina mirovan berde."

Heyeta ji 24 kesan, li taxên Cûdî û Nûhê yên rastî êrîşa bi çekên giran a polîsên tevgera taybet hatin, geriya û dûre çû Mala Serxweşiyê ya Cûdî, ku ji bo 21 sivîlên jiyana xwe ji dest dan, hat amadekirin. Jin li vê derê ji aliyê bi hezaran kesan ve bi çepip û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Heyetê ji malbatan re sersaxî xwest.

'EM ÎRO HEMÛ CIZÎRÎ NE'

Li ser navê heyetê nivîskar Oya Baydar peyivî û got, "Li hemberî çavsoriya desthilatdaran, li hemberî xedariya ku jiyana mirovan tine dihesibînin, Cizîr bûye dîwarê me yê girî yê bêçaretiya me, bûye dadgeha wijdanê ya em ji 'lê belê' yên xwe fedî dikin, bûye dilê birîndar ê Kurdistana li Tirkiyeyê."

Baydar got, "Weke komek ji jinên ji rojavayê welêt, ji bo xwegihandina Cizîrê em ketin ser rê û îro em hemû Cizîrî ne. Heta ku çek bêdeng bibin û hêviya aştiyê şîn bibe, em ê Cizîrî bimînin."

Baydar axaftina xwe wiha dewam kir: "Cizîr ne tenê navê cihekî ye, ne tenê di nexşeyê de nuqteyeke, navê şîdet, zilm û dijminatiya li gelê Kurd tê kirin e. Cizîrê cihê ku hêviyên me yên aştiyê lê di nava du agiran de mane; cihê dilê me lê parçe bûye, cihê biratiya gelan lê hatiye dînamîtkirin e.

Weke komek ji jinên ji rojavayê welêt, ji bo silav û hezkirinên mirovên baş, mirovên bi wijdan û aştiyane yên rojava bigihînin Cizîrê, ji bo serxweşiyê ji gelê Cizîrê re bixwazin em ketin ser rê. Vaye em hene, em li cem we ne."

AKP HAT HIŞYARKIRIN: DI OXIRA DESTHILATDARIYA XWE DE MIROVAN NEKUJE!

Baydar hişyariya "Di oxira desthilatdariya xwe de mirovan nekuje" li hikûmeta AKP'ê kir û got, "Bi paranoya 'welat parçe dibe' re yên ku bi rastî jî hewl didin welêt parçe bikin, yên ku bi gotina 'şehitler olmez-şehîd namirin' re gelek mirovên me şandin mirinê, yên ku hêviyên me yên ji bo çareseriya bêşer û bêkuştinê ji holê rakirin, yên ku li şûna aştiyê planên şer kirin, yên ku di oxira desthilatdariya xwe de gel û mirov tine hesibandin, em hatin wan hişyar bikin."

YÊN DI NAVA HEYETÊ DE CIH DIGIRIN

Navên di nava heyetê de cih digirin, ev in:

"Gulseren Onanç, Ayşe Kulîn, Perîhan Magden, Oya Baydar, Nesrîn Nas, Zeynep Oral, Nûrcan Baysal, Yasemîn Bektaş, Ozlem Dalkiran, Ebrû Baybora Demîr, Ayşe Erzan, Nevîn Îl, Hande Karakûllûk, Ayşe Koroglû, Çîgdem Mater, Maya Arakon, Nîl Mûtlûer, Fîlîz Şahîn, Mebûse Tekay, Melek Ûlagay, Melek Ûfûk, Reyhan Yalçindag, Yaprak Yapsan, Meryem Yavûz."

...