Ji aliyê Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan bi şîara ‘Denge jinê wê şer bêdeng bike’ li Wanê daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştine pek anî. Bi sedan jinen tevlî çalakiye bûn banga, ‘Werin em bi hev re şer rawestînin’ kirin.
ANF
WAN
şemî, 5 rezberê 2015, 20:03
Ji aliyê Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan bi şîara ‘Denge jinê wê şer bêdeng bike’ li Wanê daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştine pek anî. Bi sedan jinen tevlî çalakiye bûn banga, ‘Werin em bi hev re şer rawestînin’ kirin.
Di pêşengiya KJA de Ji aliyê Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan bi şîara ‘Dengê jinê wê şer bêdeng bike’ li Wanê daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştine pêk anî. Bi sedan jinen tevlî çalakiyê bûn banga, ‘Werin em bi hev re şer rawestînin’ kirin.
Li Wanê jin bi pêşengiya KJA’yê bi şîara “Dengê jinê wê şer rawestîne” li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê ji bo daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê li hev civiyan. Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Wanê Derya Hayva û bi sedan jin bi pankart û belavokan, bi dirûşman hatin gel hev. Ji derveyî wan jinan wêneyê gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan a piştî hatibû qetilkirin bedena wê hatibû teşhîrkirin hilgirtin.
Aktîvîstên KJA'yê Caziye Dûman, Hatîce Can û Gulşah Hakan piştî 2 saet çalakiya rûniştinê daxuyanî xwendin.
Caziye Dûman got: “Em wek jin vê hefteyê li gelek bajarên Tirkiye me xwesteka xwe ya aştiyê anî ziman. Ji bo em bêjin bila çek rawestin aştî baixive li dijî şer em bang dikin.”
Piştî wê Hatîce Can diyar kir ku wek jin wê şer temaşe nekin û wiha berdewam kir: “Em dibêjin bila çek rawestin, aştî biaxive. Jixwe em îro ji bo dengê aştiyê bilind bikin li vê derê ne, em li her derê di nobeta aştiyê de ne.”
Herî dawî mafê axaftinê Gulşah Hakan girt û got: “Li hemberî şer em hemû di nobeta aştiyê de ne! Silopiya, Şemzînan, Licê, Farqîn, Cizîr, Gever… Li hemberî tevahî komkujiyan, em wek jin bi hemû hêza xwe bang dikin.”
Piştî daxuyaniyê dema polîsan destûr nedan meşa jinan, aloziyeke demkurt rû da. Piştî rêveberên HDP û DBP’ê ketin dewrê alozî bi dawî bû. Jinan bi yek dengî, tilîlî û dirûşma, “Jin Jiyan Azadî” belav bûn.