Leşkerên Tirk li sînorê Sûriyeyê tecawizî jinekê kirin

Jina bi navê L.B a Fîlîstînî ya dixwest ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibe got ku leşkerên Tirk tecawizî wê kirine. Têkildarî mijarê dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Bavê L.B. jî rastî îşkenceya leşkeran hat.

Jina bi navê L.B. (21) ya Fîlîstînî, diyar kir ku dema dixwest di sînorê Sûriyeyê re derbas bibe rastî tecawiza leşkerên Tirk hatiye û gilî kir. Dozgeriyê têkildarî mijarê lêpirsîn da destpêkirin.

Jina Fîlîstînî ya bi navê L.B. a ji Sputnik News re axivî got ku dema bi bav û birayê xwe re ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibû, li herêma sînor a gundê Guveççî yê Yayladag a Hatayê rastî tecawiza leşkerekî hatiye.

Bav û birayê L.B jî ku rastî îşkenceyê hatin, her sê roja bûyerê şandin Sûriyeyê. Malbat ji bo gilî bike piştî wê bi rojekê hatin Tirkiyeyê. Serdozgeriya Komarê ya Yayladag têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

L.B a ji bo pêvajoya hiqûqî bi bav û birayê re li Hatayê li cem xizmên xwe dimîne bi zorê ji Sputnîk re axivî. L.B, got ku derûniya wê xera bûye lewma naxwaze ji mal derkeve û wiha dewam kir: “Ji bo neyê serê keseke din ez dixwazim leşkerê tecawizî min kiriye bê darizandin.”