Dayikên Aştiyê sefaretxaneyên NY û Îngîltere ziyaret kirin
Meclîsa Dayikên Aştiyê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên Enqereyê de sefaretxaneyên NY û Îngîltere ziyaret kirin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên Enqereyê de sefaretxaneyên NY û Îngîltere ziyaret kirin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên Enqereyê de sefaretxaneyên NY û Îngîltere ziyaret kirin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên Enqereyê de sefaretxaneyên NY û Îngîltere ziyaret kirin. Dayikan diyar kirin ku hevdîtin erênî derbas bûne, sefaretxaneyan gotine ew li hember daxwazên aştiyê bêdeng namînin û ji bo ewlehiya hilbijartinan jî planên wan hene.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo şer bi dawî bibe û muzakere dîsa destpê bikin li Enqereyê çûn sefaretxaneyên NY û Îngîltere. Piştî ziyaretan der barê hevdîtinan de endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Şaxa Enqereyê Songul Çelîk got ku di vî şerê qirêj de para tevahî welatên emperyalîst hene, ji niha û şûn ve jî divê her kes dest ji van lîstikên qirêj berdin.
Çelîk diyar kir hevdîtinên bi sefaretxaneyan re erênî derbas bûne, daxwazên hewldanên rawestandina şer û ji bo muzakereyan bibin çavên sêyemîn ji sefaretxaneyan re ragihandine. Çelîk destnîşan kir ku sefaretxaneyan xwestekên wan nivîsandine û gotine wê ji rayedarên herî jor re ragihînin. Çelîk got ji derveyî van jî soz dane ya bikeve ser milan pêk bînin. Çelîk di axaftina xwe de diyar kir ku sefaretxaneyan ji bo ewlehiya hilbijartinan û bibin çavên sêyemîn jî gotine planên wan ên di vê mijarê de hene.
Li gel vê hat ragihandin ku têkildarî daxwaza hevdîtinê ya dayikan a bi sefaretxaneyên Amerîka, Elmanya û Îranê re hê bersiv nehatiye dayîn.