Li Baselê danasîna Weqfa Jinê ya Azad
Ji bo nasandina Weqfa Jinê ya Azad a li Rojava, li bajarê Swîsre Baselê civînek hat lidarxistin. Meîke Nack a li civînê peyivî got, "Em bawerim ku wê ji aliyê aborî, tenduristî û psîkolojîk ve bibe alîkar."
Ji bo nasandina Weqfa Jinê ya Azad a li Rojava, li bajarê Swîsre Baselê civînek hat lidarxistin. Meîke Nack a li civînê peyivî got, "Em bawerim ku wê ji aliyê aborî, tenduristî û psîkolojîk ve bibe alîkar."
Ji bo nasandina Weqfa Jinê ya Azad a li Rojava, li bajarê Swîsre Baselê civînek hat lidarxistin. Meîke Nack a li civînê peyivî got, "Em bawerim ku wê ji aliyê aborî, tenduristî û psîkolojîk ve bibe alîkar."
Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî, li bajarê Swîsre Baselê, bi bo nasandina Weqfa Jinê ya Azad panelek hat lidarxistin. Gelek jin û dostên gelê Kurd beşdarî panelê bûn. Nûnera têkiliyên navneteweyî ya Weqfa Jinê ya Azad Meîke Nack a ji navenda li Qamişlo hat, li panelê axivî.
'BALA ME LI SER TEVAHIYA CIVAKÊ YE'
Nack anî ziman ku Weqfa navenda wê li Qamişlo ye, li gelek deverên Şengal û Rojava xebatên xwe didomîne û armanc û xebatên Weqfa Jinê ya Azad vegot. Nack diyar kir ku Weqf ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî, psîkolojîk, civakî, tenduristî û perwerdeyê yên jin û zarokan dixebite.
Nack da zanîn ku pirsgirêkên jin û zarokan pirsgirêkên tevahiya civakê eleqedar dikin e û got, "Bala me li ser tevahiya civakê ye." Nack da xuyakirin ku xebatên weqfê tenê bi gelê Rojava re bi sînor nîne û destnîşan kir ku ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Ereb, Ermenî, Suryanî û civata Êzidî jî ew projeyan bi rê ve dibin.
'EM DIXWAZIN AZADIYA JIN Û CIVAKÊ BIAFIRÎNIN'
Nack ragihand ku ji bo xebatên xwe berfireh bikin û bigihînin armanca xwe, ew dixwazin hîn bêhtir jinan tevlî vî karî bikin û diyar kir ku di gelek qadan de perwerde û xebatên wan hene, hem ji aliyê akademîk ve hem jî ji aliyê perwerdeya civakî ve ew xebatên xwe didomînin. Nack anî ziman ku bi vî karê dimeşînin re ew dixwazin azadiya jin û civakê biafirînin. Nack bal kişand ser şerê li Rojava û diyar kir ku li Rojava ji aliyê madî û akademîsyenan ve kêmaniyên wan hene. Nack diyar kir ku ji bo ji holê rakirina van kêmaniyan wan bi saziyên alîkariyê yên li Ewropayê re diyalog çêkirine.
'LI GELEK QADAN GELEK KÊMASÎ HENE, DIVÊ JI HOLÊ BÊN RAKIRIN'
Nack da zanîn ku bi saya berxwedana jinan gelê Ewropayê eleqeyeke mezin nîşanî Rojava didin û got, "Em di wê baweriyê de ne ku wê ji aliyê psîkolojîk, aborî û tenduristiyê ve bibe alîkar." Nack ragihand ku gelê Ewropayê dixwaze di nava vê xebatê de cih bigire, lê nizane bi çi rengî û kîjan rêbazan û da zanîn ku di nava van mirovan de hemşîre, pedagog û mirovên ji aliyê perwerdeya pêşvebirina zarokan ve pispor in, hene. Nack raighand ku ji bo xwe bigihînin mirovên pispor ew li Ewropayê panelan lidar dixin û bi gelek saziyan re têkiliyê datînin. Nack da xuyakirin ku mirovên wê li Rojava bixebitin, hem wê Rojava nas bikin hem jî bi karê xwe re karibe alîkariyê bidin gelê li wir. Nack got, "Bi vî rengî em dikarin têkiliyên navneteweyî xurttir bikin."
'XEBATÊN ME BI ROJAVA RE BI SÎNOR NÎNIN'
Nack ragihan ku navenda Weqfa Jinê ya Azad li Qamişlo ye, lê belê xebatên wan bi tenê bi Qamişlo bi sînor nînin, li tevahiya Kantona Cizîrê û li Şengalê dixebitin. Nack da zanîn ku têkiliya wan a bi Şengalê re bi saya korîdora hatiye vekirin pêk tê. Nack ragihand ku ji bo zarokên li Kobanê sêwî mane wan projeyek amade kirine û li Efrînê jî ji bo jinan dest bi xebatê kirine. Nack diyar kir ku ew ê li Sûriyeyê jî xebatên xwe bimeşînin.
'GIRÎNG E CIWAN LI VÊ QADÊ BI BERPIRYARÎ RABIN'
Nack anî ziman ku ciwanên Kurd ji bo destekê bidin xebatên tên meşandin, divê bi berpirsyarî rabin û da zanîn ku di têkiliyên navneteweyî de ji tercûmaniyê heta gelek karên din ên li Ewropa û Rojava, dikarin bixebitin û berxwedana Rojava berfireh bikin.
Nack da zanîn ku berxwedana li Rojava tê meşandin gelekî xurt e, dibe ku birçîbûn, mirin, şehadet rû bidin û diyar kir ku gelê li Rojava di nava pêvajoyeke gelekî giran de ye. Nack got, "Divê em van polîtîkayên şer ên tên meşandin gelekî baş zanibin. Ji ber vê yekê jî pêwîste em şer û helwesta faşîst a dijmin qebûl nekin, li şûna reva ji xaka xwe, li Rojava vegerin, cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin û hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê civakî de li Rojava amade bin."
Panel bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.