Jina Kurd dayika 2 zarokan Ayten Yucel a 41 salî ya ji Sêrtê, ji ber zext û şîdetê xwest ji hevserê xwe cihê bibe. Lê belê di 10'ê Îlonê de ji ber êrîşa bi kêrê, ji aliyê hevserê xwe de hat qetilkirin.
Beriya birêkirina cenazeyê Yucel ber bi Kurdistanê ve, Meclîsa Jinên Kurd a Amara ya Stockholmê, li Nexweşxaneya Dandyred a cenaze lê bû, merasîmek lidar xist. Jinan kulîlk danîn ser darbesta Yucel û li pêşiya wê find pê xistin. Li vê derê, li ser mejiyê serdest ê mêr û şîdeta li hemberî jinê, axaftinên şermezarkirinê hatin kirin.
Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Jinên Kurd a Amara Ferah Bozcali diyar kir ku Yucel bûye qurbana sîstema serdestiya mêr a ku jinê weke objeyekê dibîne û bal kişand ser girîngiya têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinê.
Ji endamên komeleyê Nûrten Akdag jî anî ziman ku şîdeta li hemberî jinê li cîhanê zêde bûye, di salên dawî de li Swêdê jî ev şîdet mezin bûye û diyar kir ku li dijî sîstema bi serdestiya mêr, rêxistinbûyîna jinan ferz e.
DOZGERIYÊ DAXWAZA YUCEL A JI BO QEDEXEKIRINA NÊZÎKBÛNA HEVSERÊ WÊ RED KIR
Rastiyên piştî qetilkirina Ayten Yucel derketin holê nîşan dan, ku eger polîs û dozgeriyê tedbîrên pêwîst bigirta, cînayet dikarî bû rû neda. Yucel, di Gulana par de, ji ber kincê di daweta birayê xwe de li xwe kiribû, rastî êrîşa hevserê xwe hat. Hevserê wê li Yucel xist û kincê ku di dawetê de li xwe kir, parçe kir. Êrîşkar ji aliyê polîs ve hat binçavkirin û dûre serbest hat berdan.
Çend roj piştî vê bûyerê Yucel di 18'ê Gulanê de ji bo ji hevserê xwe cihê bibe, serî li dadgehê da. Da xuyakirin ku ew rastî gef û zextan tê û xwest, dadgeh biryara "qedexeya xwenêzîkkirina hevserê wê" bide.
Ev daxwaza Yucel di 18'ê Tebaxê de ji aliyê dozger ve hat redkirin. Dozger diyar kir ku şîdeta hevserê wê beriya niha li Yucel kiriye divê weke xeteriya pêkanîna sûcên nû neyê qebûlkirin û daxwaza qedexekirina nêzîkbûna hevserê wê, red kir.
Sê hefte piştî dayîna vê biryarê, Yucel li mala xwe rastî êrîşa bi kêrê hat û jiyana xwe ji dest da.
Di meha bihurî de cînayeteke din a bi heman rengî li bajarê Jonkopîngê rû dabû. Jineke 20 salî, dema rastî gefên hevalê xwe yê mêr ê pê re dijiya rast hat, serî li polîsan da. Ekîba polîsan a ku çû cihê bûyerê, tevî ku dît di destê vî şexsî de çoyê beyzbolê û tivinga pompeyî heye, pêwîstî pê nedît ku wî bigirin binê çavan.
30 deqe piştî çûyîna polîsan, vî êrîşkarê di dizî û kuştinê mehkûm bûbû, jina 20 salî bi tivingê qetil kir.
Seroka Komeleya "Ne fahîşe ne jî serî bitewîne" ku bi têkoşîna xwe ya li hemberî şîdet û cînayetên li dijî jinan tê naskirin Amîneh Kakabaveh da xuyakirin, ku eger daxwaza qedexekirina nêzîkbûnê ya Yucel bihata qebûlkirin, dibe ku peşî li vê trajediyê bihata girtin.
Serokê Weqfa "Swêdeke hîn bi ewle" Peter Stradell jî anî ziman ku her çend polîsan dizanîbûn Yucel di meha Gulanê de du caran rastî şîdeta hevserê xwe hatiye, dozger daxwaza Yucel a nêzbûna hevsere wê red kir û destnîşan kir, ku ev helwesta dozgeriyê nayê qebûlkirin.
SALANE BI QASÎ 20 JIN TÊN QETILKIRIN
Li Swêdê, ku di wekheviya jin-mêr de weke yek ji welatên herî wekhev ên cîhanê tê naskirin, şîdeta li dijî jinê hînê pirsgirêkeke civakî ye. Tevî guhertinên di qanûnan de hatin kirin û hin tedbîrên hatin girtin, şîdeta li hemberî jinê kêm nebû, zêde dibe. Salane bi qasî 150 hezar jin rastî şîdetê tên û ji van bi qasî 20 jin jiyana xwe ji dest didin.