Li Hambûrgê çalakiya edaletê
Jinên Kurd ên li Hambûrgê, ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ji aliyê MÎT'ê ve di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, daxwaza edaletê kirin.

Jin bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li semta Altona civiyan û careke din xwestin, komkujî were ronîkirin û berpirsyar werin cezakirin.
Anja Flach di axaftina xwe ya li çalakiyê de diyar kir ku divê hikûmetên welatên Ewropayê, hevkariya bi îstîxbarata Tirkiyeyê MÎT'ê re hatiye kirin, ronî bikin.
Flach anî ziman ku weke Meclîsa Jinê ya Rojbîn wan ji hikûmeta Elmanya xwestine, dawî li desteka ji bo dewleta Tirkiyeyê bîne û destnîşan kir ku têkoşîna Tirkiyeyê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê derew e.
Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin, polîtîkaya zextê ya hikûmeta Elmanya ya li hemberî tevgera azadiyê ya Kurd hat şermezarkirin û di serî de siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak ê bi hefteyan de girtî ye hat xwestin ku hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.