JIN
Hemû Nûçe
-
Em bi ruhê 8'ê Adarê berxwedanê mezin bikin!
Bi hezaran kes beşdarî mitînga 8'ê Adarê ya li Êlihê bûn. Di mitîngê de hate gotin, "Em têkoşîna li dijî polîtîkayên qirêj ên sîstemê ku jinan hedef digire mezin bikin. Em bi ruhê 8'ê Adarê berxwedana xwe mezin bikin.” -
Li Akdenîzê jin li qadan e: Em bibin yek em ê bi ser bikevin
Li navçeya Akdenîzê di şahiya 8'ê Adarê de hate gotin, "Em ê sîstema mêr hilweşînin. Eger em bibin yek ev mejî nikare ti ji me tine bike." -
Li Amedê 8’ê Adarê: Em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bi ser bikevin
Li Amedê jinên ku bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Qada Stasyonê hatin ba hev, bi berzkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” destnîşan kirin ku wê serî netewînin. -
Însîtûta Kurdî ya li Elmanyayê 8'ê Adarê pîroz kir
Înstîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanistî li Elmanyayê, 8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û got, “Jinên Kurd bi çalakiyên xwe yên li her deverên Kurdistanê, bi Berxwedana Kobanê û bi pêngava “Jin, Jiyan Azadî” bûne pêşengên jinên cîhanê.” -
Li Wanê 8'ê Adarê: Heta ku jin azad nebe kes azad nabe
Li Wanê di mîtînga 8'ê Adarê de tecrîd û tundiya mêr-dewletê hate şermezarkirin û hate gotin, "Heta ku jin azad nebe, kes azad nabe." Di mîtîngê de hate destnîşankirin ku Wan wê mohra xwe li hilbijartinan bixe. -
Zêdetirî 230 mîlyon jin û zarokên keç bi hovîtiya sinetkirinê re rû bi rû ne
UNICEF’ê bi wesîleya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê raporek weşand û ragihand, ku li gelemperiya cîhanê zêdetirî 230 jin û zarokên keç bi hovîtiya sinetkirinê re rû bi rû ne. -
Jinên Amedî li qadan e: Jin, Jiyan, Azadî!
Jinan bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' Qada Stasyonê ya Amedê dagirtin û gotin, "Em ê nebaşiya we ya rêxistinkirî bi têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî têk bibin." -
MKG: Em ê bi nêrîna jinan li her deverê bin
MKG’ê 8’ê Adarê silav kir û ev peyam da: “Em di 8’ê Adarê de li qadan in. Divê em hîn bêhtir têbikoşin.” -
Li Şengalê kampanya 'Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê'
Li Şengalê bi dirûşma 'Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê' kampanyayek hate ragihandin. TAJÊ bang li jinan hemûyan nkir ku bi hev re dengê xwe li dijî qirkirina jinan bilind bikin û xweparastina xwe xurt bikin. -
Gerîla Azadî: YJA Star hêza tolhildana tundiya li ser jinan e
Gerîlaya YJA Starê Azadî Demhat derheqê 8'ê Adarê de axivî û anî ziman ku YJA Star hêza tolhildana tundiya li ser jinan e û got: ‘’Em bi tu awayî neheqî, bêedaletî, tundî, kuştin û qetlîamên li dijî jinan tên kirin qebûl nakin.’’ -
Jinên Efrînê: 8'ê Adarê roja têkoşîna li dijî desthilatdariyê ye
Jinên Efrînê roja 8'ê Adarê pîroz kirin û diyar kirin ku tekoşîna ku ji dîrokê de dest pê kiriye û gotin: “Heta azadiya jinê pêk bê, em ê têkoşîna li dijî desthilatê bidomînin.” -
Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê: Çareserî bi îdeolojiya rizgariya jinê dibe
Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê diyar kir ku di sedsala 21'ê de îdeolojiya ku karibe krîza sîstemî çareser bike îdeolojiya rizgariya jinê ye û destnîşan kir ku îdeolojiyên bi serweriya mêr bersivê nade pirsgirêkên civakî. -
'Kongra Star xwe li ser şoreşa mejî ava dike'
Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Gulistan Gulo got, "Di nava civakê de pirsgirêka jinê pirsgirêkeke bingehîn e. Ji ber vê yekê Kongra Star xwe li ser şoreşa mejî ava dike." -
Li Erivanê coşa 8'ê Adarê: Em ê xwe bi fikra şoreşa jinê bipêçin
Di pîrozbahiya 8'ê Adarê ya li Erîvanê hat lidarxistin de peyama: "Em ê li dijî zîhniyeta serdest a mêr bi xwedîderketina li fikra şoreşa jinê û têkoşîna xwe ya azadiya jinê berfireh bikin." -
Xelata rêzgirtinê ji RJAK'ê re hate dayîn
Li Kerkûkê bi boneya 8'ê Adarê xelata rêzgirtinê ji RJAK’ê re hate dayîn. -
Li Mexmûrê meşa 8'ê Adarê: Hûn nikarin roja jinan tarî bikin
Jinên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî di meşa girseyî ya bi boneya 8’ê Adarê li dar xistin de peyama “Hûn nikarin roja jinan tarî bikin” dan. -
Unesco di warê pêşdaraziyên zayendperest ên mejiyê çêkirî de hişyarî kir
Lêkolînek ku ji hêla Unescoyê ve beriya Roja Mafên Jinan a Navneteweyî de hate weşandin hişyarî dide ku modelên zimanên sereke yên ku amûrên mejiyê çeker ên Meta û OpenAlê pêşdaraziyên zayendperest di nav xwe de dihewîne. -
'Bi saya Rêber Apo jin gihîştin vê astê'
Ji rêveberên Kongra Starê ya Kantona Firatê Xwînav Xelîl got, "Bi saya Rêber Apo em gihîştin vê astê û bi Şoreşa Rojava re jî jinan xwe di her warî de îsbat kir. Ew jinên ku her tişt li wan qedexe bû, bûn pêşeng." -
Fermandariya YJŞ: 8’ê Adarê nasnameya berxwedana jinê ye
YJŞ’ê bi wesîleyê 8’ê Adarê tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û got, “8’ê Adarê nasnameya berxwedana jinê ye. Em weke jinên Êzîdî, soz didin ku hemû rojan bikin rojên bi pêşengiya jinê û têkoşîna xwe mezintir bikin.” -
Navenda Mafên Jinê ya Baroya Wanê hate vekirin
Baroya Wanê Nvaenda Mafên Jinê vekir. Di merasîma vekirinê de işaret bi êrîşên hêzên dewletê yên li dijî jinê hate kirin û hate gotin, "Em ji her serlêdanê vekirîne." -
Ji KJK'ê peyama 8'ê Adarê ya ji bo jinên Efgan
KJK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek ji Yekîtiya Jinên Şoreşger a Efganistanê (RAWA) re şand û got, "Em têkoşîna we weke têkoşîna xwe dibînin, di nava têkoşîna xwe de em têkoşîna we jî dimeşînin." -
Rapora Sibatê: 9 rojnamevanên jin girtî ne û darizandina 20 rojnamevan jî dewam kir
Di rapora meha Sibatê ya MKG'ê de hat ragihandin ku 9 rojnamevanên jin girtî ne û darizandina 20 rojnamevanên jin jî dewam kir. MKG’ê banga mezinkirina hevgirtinê kir. -
'Li dijî polîtîkayên zextê di 8’ê Adarê de em ê li qadan bin'
Rêvebera DBP’ê û aktivîsta TJA’yê bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan û li dijî êrîş û zextên desthilatdariyê rêxistinbûna xwe mezin bikin. -
'Bi saya Rêbertî, jin mafên xwe yên jiyanî misoger dikin'
Jinên ji Kongra Starê ên bajarê Amûdê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin û gotin, "Qetilkirina jinan weke jêkirina darekê ye, divê ku mafên jinan ê rewa werin misogerkirin." -
HPJ: Ev sedsal wê bibe sedsala têkoşîna jinan
Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê Roja Cinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir.