Ji KJK'ê peyama 8'ê Adarê ya ji bo jinên Efgan

KJK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek ji Yekîtiya Jinên Şoreşger a Efganistanê (RAWA) re şand û got, "Em têkoşîna we weke têkoşîna xwe dibînin, di nava têkoşîna xwe de em têkoşîna we jî dimeşînin."

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) li ser malpera xwe ya înternetê bi Kurdî, Îngilîzî û Tirkî peyamek weşand. Peyama KJK'ê ya ji bo RAWA bi vî rengî ye:

"Di despêkê de di şexsê we de  em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû Jinên ku li dijî serdestiya mêr, mêtîngerî, olperestî û nijadperstiyê têdikoşin pîroz dikin. Hemû Jinên têkoşer ên ku di oxira vê de jiyana xwe ji dest dane birêzdarî bi bîr tînîn, em soza ku di têkoşîna xwe de bîranînên wan bidin jiyîn û xeyalên wan pêk bînîn nû dikin.

Her çiqas li welatên cuda li dijî hêzên mêtîngehên mêr ên cuda têkoşîn bikin jî, di esas de em di wê ferqê de ne ku li hemberî versiyonên cuda ên heman pergalê têdikoşin. Ji ber vê yekê em têkoşîna we weke têkoşîna xwe dibînîn û di têkoşîna xwe de têkoşîna we didîn meşandin.

Îro em ji nêz ve dibînîn ku di şerê cîhanê ê sêyemîn de pergala kapîtalîst ji krîz û mêtîngeriyê xwe dabîn dike. Pergala mêr a kapîtalîst ji bo serweriya xwe bimeşîne hemû polîtîkayên xwe yên qirkirinê xistiye meriyetê. Her roj şerekî nû derdixîne, însanan ji cih û warên wan dike, dest datîne li ser  xak û çavkaniyên ser erd û binerdê. Ji mirovan re mirin, hejarî, koçberî û êşkence rewa tê dîtin. Jin û gel di bin vê pergalê de gihiştiye rewşa ku henase nagre.

Netew-dewletên ku bûne yek ji perçeyên pergala kapîtalîst her çiqas ji bo serweriya cîhanê li dijî hev di nava têkoşînê de bin jî, di esas de şerê xwe li hemberî jinan, gelan û xwezayê dimeşîne. Hema hema li seranserê cîhanê li dijî jinê şerekî ku nehatiye binavkirin tê meşandin. Ev êrîşên ku qirkirina jinê dike hedef, êrîşên li dijî tavahî civak, nirxên wê yên giranbuha û xwezayê ne. Rastiya ku îro cîhan veguheriye qada şer, têkiliya xwe rasterast bi dijminahiya ji jinê re heye. Pergala mêr-dewlet a hegemonîk dibîne ku sedsala 21. wê bibe sedsala jinê tevî nakokiyên xwe, bi hev re ji aliyê fîzîkî, psîkolojîk, aborî û ya herî girîng jî bi îdeolojîk dest bi êrîşên li dijî jinan kiriye. Jinên ku îtaat nakin, hişmendiya zayendî bi destxistine, rabûne ser xwe û xwe rêxistin kirine ji wan re bûne tirsa herî mezin. Ji ber vê yekê di salên dawî de suîkastên li dijî jinên pêşeng zêdetir dibin, bi hezaran kesan dixin zîndanê. Her pêşketina ku şoreşa jinê temsil dike topyekûn di bin êrîşên pergalê de ne. Îro  li qada şoreşê Rojava ku pergala jinê lê hatiye înşakirin li ber çavê tevahî cîhanê di bin êrîşên dewleta faşît a Tirkiyeyê de ye.

Pergala dewlet-mêr a hegemonîk nizane ku ev hewildanên wan bê encam in ji ber ku tu êrîş nikare rastiya ku sedsala 21’an wê bibe sedsala Şoreşa Jinê rawestîne. Em vîna hem di têkoşîna xwe de hem jî di têkoşîna we de dibînîn. Tu zext û zilm me ji têkoşîna me dûr naxe, berevajî vê biryardariya me ya têkoşînê xurtir dike. Rastiya ku têkoşîna jinê ne tenê têkoşîna ji bo mafê jinan e, di serhildanên li Îranê de ku hemû gelên bindest bi dirûşma JIN JIYAN AZADÎ li hev civiyan hate dîtin. Hemû gelen Îranê bi jin, mêr û zarokên xwe re li ber celadên xwe qîriyan ku ew gihiştine azadiya xwe. Eger em jin li dijî polîtîkayên pergala serdest a mêr a perçe bike-bi rêve bibe yekitiya xwe, rêxistinbûna xwe ji asta herêmî destpê bikin heya qad û gerdûnî ava bikin û parastina xwe ya cewherî bi pêş bixînin ti hêz nikare me têk bibe.  Vê 8’ê Adarê bi kelecana ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber Bi Şoreşa Jinê Ve Dimeşîn’ pêşwazî dikin weke xwîşkên we em dibêjin ku tiştekî ku em winda bikin nîne, lê qezençkirina jiyana me ya azad û cîhana me ya mezin heye."

Çavkanî: https://www.kjkonline.net/nivis/1435