BI DÎMEN

'Bi saya Rêbertî, jin mafên xwe yên jiyanî misoger dikin'

Jinên ji Kongra Starê ên bajarê Amûdê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin û gotin, "Qetilkirina jinan weke jêkirina darekê ye, divê ku mafên jinan ê rewa werin misogerkirin."

Rêvebera Kongra Starê ya bajarê Amûdê, Nûra Hisên di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û ev yek anîn ziman: "Ez vê rojê li hemû jinên cîhanê, hemû dayik û xwişkên şehîdan û hemû jinên ku ji bo mafên xwe têdikoşin, pîroz dikim. Abdullah Ocalan ji me re bû derfet ku em bigihîjin mafên xwe yên jiyanî, bi felsefeya xwe re hişt ku em bigihîjin azadî û serbestiya xwe."

Nûra wiha berdewamî da axaftina xwe: "Erka me jinan e ku em her dem perwerdeyan li dar bixin heya ku em zîhniyeta serdest a mêran biguherînin û ji holê rakin. Di heman demê de dijmin pir ji vîna jinên Kurd ditirse û hewl dide ku jinên Kurd qir bikin û nasnameya wan bişewitînin."

Li aliyekî din jî dayika bi navê Saliha Izo silavên xwe li hemû jinên berxwedêr kir û ev yek anîn ziman: "Rejîma Îranê roja 8'ê Adarê qedexe kiriye, lê belê ew her çend 8’ê Adarê qedexe bikin jî wê jin 8'ê Adarê pîroz bikin. Ji ber ku cewhera jinan cewhereke azad e û tu kes nikare li hember  bisekine."  

Di heman demê de Rêvebera Nivîsgeha Jinan a girêdayî Şaredariya Amûdê, Sêal Mihemedê bal kişand ser têkiliya di navbera jin û xwezayê de û wiha pê de çû: "Qetilkirina jinan weke jêkirina darekê ye. Ji ber ku jin bexçeyê azadiyê ne û divê li hemberî her cure zor û zehmetiyan bisekinin." 

Sêalê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ger di nava malbatekê de jineke kole hebe, ew malbat bê giyan e û pûç e."