Li Mexmûrê meşa 8'ê Adarê: Hûn nikarin roja jinan tarî bikin

Jinên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî di meşa girseyî ya bi boneya 8’ê Adarê li dar xistin de peyama “Hûn nikarin roja jinan tarî bikin” dan.

Çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê bi pêşengiya Meclîsa Îştarê li Kampa Şehîd Rûstem Cûdî tên lidarxistin, dewam dikin. Îro jî bi meşa ku ji ber Saziya Malbatên Şehîdan heta Parka Şehîd Aryen Cûdî hat lidarxistin, peyama “Hûn nikarin roja jinan tarî bikin” hat dayîn.

Jinan cilên xwe yên gelêrî li xwe kirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinên pêşeng ên şehîd hildan.

Li parkê piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê, Qîmet Şirnexî axaftinek kir.

Şirnexî ku 8'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinên di refên têkoşînê de canê xwe feda kirine pîroz kir, diyar kir ku 8'ê Adarê bi rojekê re sînordar nîne û wiha got: "8'ê Adarê roja serhildana li koletiya ku li ser jinê hatiye ferzkirin û bêparkirina mafê jiyanê ye. Ne tenê jinên Kurd, hemû jinên li cîhanê rastî heman neheqiyê tên. Her çiqas tê gotin em di sedsala nû de ne jî her roj bi kuştinên jinan re rû bi rû ne. Jin afirînera jiyanê ye. Lê belê desthilatdariya serdest a mêr ev maf ji jinan standiye û xistiye pozîsyona duyemîn. Em careke din 8’ê Adarê li jinên kedkar ên ku bi têkoşîn û berxwedana xwe ev roj diyarî me kirin û bi taybet li jinên ku di zindanan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber xwe didin, pîroz dikin. Em careke din dubare dikin ku tu kes nikare roja jinan tarî bike.”

Piştî axaftinê gel li ber stranan re govend gerandin.