MKG: Em ê bi nêrîna jinan li her deverê bin

MKG’ê 8’ê Adarê silav kir û ev peyam da: “Em di 8’ê Adarê de li qadan in. Divê em hîn bêhtir têbikoşin.”

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. MKG'ê di daxuyaniyê de da zanîn ew rolên zihniyeta baviksalarî li ser wan ferz dike red dikin û wiha got: “Em dixwazin newekheviya zayendî civakî ya dîtbariya keda me ji holê radike, demildest bi dawî bibe. Lewma jî dema em 8'ê Adarê pêşwazî dikin em rolên li ser me tên ferzkirin li dû xwe dihêlin û hewcedariya têkoşîna hîn zêde û mezin rave dikin.”

MKG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:  “Em 8’ê Adareke din a Roja Jinan a Cîhanê bi serhildanê pêşwazî dikin. Em ji bo li dijî her zextên desthilatê dengê xwe bilind bikin em diherikin qadan. Em li dijî her cureyên desthilatê tu carî dev ji serhildana xwe bernadin. Em 129 karkerên jin ên di 1857'an de li eyaleta New Yorkê ya Amerîkayê hatin şewitandin bi bîr tînin. Em girîngiya 8'ê Adarê ya ji wê rojê heta roja me ya îro hatiye dîsa bi bîr tînin. Em radigihînin ku em ê ji bo mafên xwe yên me bi destên xwe qezenc kiriye, li qadan bin.

Em hem 8’ê Adarê pêşwazî dikin hem jî em ê li her qadên jiyanê sekna xwe ya li dijî zihniyeta baviksalar dewam bikin. Em rolên zihniyeta baviksalarî li ser me ferz dike red dikin û li dijî vê yekê dengê xwe bilind dikin.  Di vê demê de piştevanî hewcedariyek e. Em di vê demê de girîngiya têkoşîna jinan dîsa tînin ziman û em dubare dibêjin em ê bi nêrîna jinan li dijî aqilê mêr li her derê bin. Em xwedî li destkeftiyên xwe derdikevin û em heta dawiyê têdikoşin.  

Em dixwazin newekheviya zayenda civakî ya dîtbariya keda me ji holê radike, demildest bi dawî bibe. Lewma jî dema em 8’ê Adarê pêşwazî dikin em rolên li ser me tên ferzkirin li dû xwe dihêlin û hewcedariya têkoşîna hîn zêde û mezin rave dikin.

Em wekî jinên rojnamevan ên ku li dijî medyaya mêr weşana jinan esas digire li her derê jiyanê, dibin dengê zarok û jinan. Em niha 9 jinên rojnamevan ên di girtîgehê de ne jî bi bîr tînin. Em ê wekî dengê van jinên rojnamevan ên li dû heqîqetê diçin û bi pênûsa xwe dev ji rastiyan bernadin, di 8'ê Adarê de li qadan bin.

Em wekî Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) di serî de 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya jinên rojnamevan ên girtî û ya hemû jinan pîroz dikin. Em li hêvî û siberoja xwe xwedî derdikevin û dibêjin Jin jiyan azadî.”