BI DÎMEN

'Bi saya Rêber Apo jin gihîştin vê astê'

Ji rêveberên Kongra Starê ya Kantona Firatê Xwînav Xelîl got, "Bi saya Rêber Apo em gihîştin vê astê û bi Şoreşa Rojava re jî jinan xwe di her warî de îsbat kir. Ew jinên ku her tişt li wan qedexe bû, bûn pêşeng."

Bi wesîleya 8`ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji Rêveberiya Komîteya Qada Civakî ya Kongra Starê ya Kantona Firatê Xwînav Xelîl ji ANF`ê re axivî.

Xwînavê 8’ê Adarê li hemû jinên ku di nava tekoşînê de cih digirin û hemû  jinên cîhanê pîroz kir û got: " Dema ku em li dîrokê dinêrin, jin di civaka xwezayî de weke xwedawendan bûn.  Jinan civaka xwe, zarok û kilana xwe jî bi rê ve dibirin. Lê belê piştî derketina fikra baviksalariyê, ew jina xwedawend, bi derketina vê zîhniyetê vîn û hebûna jinan hate tunekirin û bûn kole.’’

BI SAYA RÊBER APO JINAN XWE ÎSBAT KIR

Xwînavê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Şoreşa 19`ê Tîrmehê û got: " Beriya Şoreşa Rojava ku wê demê li ser jinan hê jî ew fikra eşîrtî û baviksalariyê xwedî bandor bû, li jinan her tişt dihat qedexekirin û heya xeyalên jinan jî dihatin şînordarkirin. Jiyana jinan weke; wê jin çawa mezin bibe, bizewice, çawa zarokan bîne, çawa li hemberî mêran nesekine, dihate sînordarkirin. Lê belê bi saya Rêber Apo fikra ku jin dikare bibe her tişt belav bû û jin rabûn ser piyan. Bi Şoreşa Rojava re ku şoreşa jinan e, jin rabûn ser piyan û li dijî wê zîhniyetê derketin ew bi tekoşîna xwe têk bir û di gelek qadên civakê de cih girtin. Mezintirîn mînaka wê yekê jî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye."

JIN LI DIJÎ PAŞVERÛTIYÊ DERKETIN

Xwînavê diyar kir ku YPJ’ê ew zîhniyeta digot ku jin, tenê aîdê malê ye û nikare bibe tiştek, di Şerê Kobanê de têk bir û wiha axaftina xwe domand: "Jinan bi şer û tekoşîna xwe diyar kirin ku jin, dikare bibe her tişt. Jin di qadên weke siyasî, diplomasî û di astên herî bilind de cih digirin. Di sîstema Rêveberiya Xweser de jî erka xwe ya  hevserokatiyê bi cih tîne û tim li ber xwe dide. Li seranserê cîhanê  sîstema hevserokatiyê tune ye lê belê jinan bi vê yekê da îspatkirin ku jin dikarin di her war û pergalê de cih bigirin."

BI MILYONAN JINAN SERÎ RAKIR

Xwînavê ragihand ku êdî bi milyonan jin rabûne li ser piyan û ev yek anîn ziman: "Jin êdî bi yek helwestê dibêjin; Çi dibe bila bibe, em ê tim têbikoşin. Em jî weke Kongra Starê li derê li dijî tundiya ku li ser jinan ti kirin, derkevin û li ber xwe bidin. Hêza jinan pir e, tişta ku dihêle civak hebûna xwe bidomîne û li ber xwe bide dîsa  jin bi xwe ne. Jin civakê bi giştî bi rê ve dibe."

Xwînavê di dawiyê de anî ziman ku Şoreşa Rojava  bi saya jinan ser piyan maye û wiha dawî li axaftina xwe anî:  "Dewleta Tirk ku di astên herî bilind de dijminatiya jinan dike, jina azad dike hedefa xwe. Mînaka vê yekê Şehîd Ronasî, Zehra û bi dehan jinên din e. Em tu carî ked û tekoşîna ji bîr nakin û em bi hezaran jin radibin ser piyan û bi yek helwestê dibêjin; Çi dibe bila bibe, em ê tim li ser piyan bin. Em 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin."