BI DÎMEN

Jinên Efrînê: 8'ê Adarê roja têkoşîna li dijî desthilatdariyê ye

Jinên Efrînê roja 8'ê Adarê pîroz kirin û diyar kirin ku tekoşîna ku ji dîrokê de dest pê kiriye û gotin: “Heta azadiya jinê pêk bê, em ê têkoşîna li dijî desthilatê bidomînin.”

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş tê pîrozkirin. Endama Komîteya Perwerdê a Meclîsa navçeya Ehdas Rûşan Sîno, Hevseroka Meclîsa navçeya Fafînê Ilfet Henan û Koordînasyona Kongra Star a Kampa Serdem Mîdya Mihemed der barê 8’ê Adarê de ji ANF’ê re axivîn.

Endama Komîteya Perwerdê a Meclîsa navçeya Ehdas Rûşan Sîno di destpêka axaftina xwe de roja 8'ê Adarê li hemû jina pîroz kir û wiha got: “8’ê Adarê roja jiyan, tekoşîn û berxwedana jinan e. Ji ber jinê xwe nas nedikir bin dest bû, lê projeya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî jinan kir rê li pêşiya naskirina jinê vekir. Jinan xwe di alî perwerde, tekoşîn, berxwedan, îrade de xwe nas kir. Em ê di hemû çalakiyên roja 8'ê Adarê tên li darxistin de rengê jinê bidin pêş. Ev roj ji bo me û li tevahî cîhanê roja serhildana jinan e.  Serhildana li hemberî zihniyeta zilma ku li ser jin dihate meşandin e. Bi vê boneyê em bang li hemû jinan dikin ku di roja 8' Adarê de rengê li her derê bidin pêş.” 

‘HETA JIN XWE AZAD BIKIN WÊ EV TÊKOŞÎN BIDOME’

Hevseroka Meclîsa navçeya Fafînê Ilfet Henan jî roja 8'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha axivî: “Roja 8'ê Adarê bi qasî ku rojeke berxwedan û serkeftinê ye rojeke bi êşê dest pê kiriye. Ev roj bi bûyera şewtandina jinan re dest pê dike, ji wê rojê û heta roja îro jinan dev ji tekoşîna xwe bernedan. Piştî derketina fikira Rêber APO ku giranî da azadiya jinan da ku jin jî xwe îsbat bike ku ew jî xwedî îrade û hêz e û dikare di hemû qadên jiyanê de xebata xwe bimeşîne. Îro bi fikirên Rêber APO encamên herî bilind tên bidestxistin. Mînaka herî mezin ewqas jin ji bo azadiya jin ketin rêya şehadetê û ev heta roja îro berdewam dike. Heta em jin xwe bi temamî azad bikin em tu carî dev ji tekoşîna xwe bernadin.” 

‘8’Ê ADARÊ JI BO ME ROJEKE PÎROZ E’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kampa Serdemê Mîdya Mihemed der barê roja 8'ê adarê de nêrîna anî ziman û got: “Beriya roja 8'ê Adarê zordestî dihate meşandin. Lê di roja 8'ê Adarê jinan pêşengtiyeke mezin kir û li hemberî zordestiyê serî hildan. Ji ber wê 8'ê Adarê ji bo me rojeke pîroz e. Jin li dijî zihniyeta desthilatdar û faşîst li cihanê dadikevin kolanan û serî hildidin. Di vî alî de Rêber APO jî tîne ziman ku heta jin azad nebe civak azad nabe. Li ser vê esasê bareke mezin li ser milê me jinan e. Heta ku bigihêjin azadiyê em ê têkoşîna li hemberî desthilatê bidomînin.”