Însîtûta Kurdî ya li Elmanyayê 8'ê Adarê pîroz kir

Înstîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanistî li Elmanyayê, 8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û got, “Jinên Kurd bi çalakiyên xwe yên li her deverên Kurdistanê, bi Berxwedana Kobanê û bi pêngava “Jin, Jiyan Azadî” bûne pêşengên jinên cîhanê.”

Înstîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanistî li Elmaniyayê bi wesîleyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:   

“Di dîrokê de, piştî ku li ser rûyê cîhanê serweriya pergala pederşahî hat zeximkirin, rewşa jinê roj bi roj xirabtir bû û li ser jinê zilm û zordestî bi tundî hat berdewamkirin. Ji ber ku nîvê nifûsa cîhanê jin in, wê nîviyê roj bi roj bandora xwe winda kir. Pergala pederşahî, jin weke xulam dît û di nav civakê de zayendperestîya mêr bû serwer û rol û rista jinê roj bi roj bi paş ve çû.  Jinan jî di her firsendê de li dijî zayendperestiya mêr têkoşîna xwe bi pêşve bir û ji bo mafên xwe yên wekhevî, civakî, siyasî û aborî ku ew mafên xwezayî ne,  têkoşîna xwe bilind kirin. Û dest bi avakirina rêxistinî kirin.  Di rojên 7 û 8’ê Adara sala 1857’an de li DYE’yê li bajarê New-Yorkê grev pêk anîn. Mixabin di encamê de polîsan êrîşî jinan kir û jin dorpêç kirin. Di vê rûdana kirêt de agir bi fabrîkayê ket û 120 jin hatin kuştin.  Dîsa jinan li New-Yorkê roja 8’ê Adara 1908’an ji bo mafê sendîkayê û mafê dengdanê mîtîngeke mezin lidar xist. Partiya Sosyalîsta Emerikayê li New-Yorkê roja 28’ê Sibata 1909 “Roja Jinê” lidar xist û “Roja Jinê” pîroz kir.  Di sala 1910’an de Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî hat lidar xisin û di vê konferansê de hat pêşniyarkirin ku her sal “Roja Jinê” bê pîrozkirin.  Di navbera rojên 6-27’ê Tabaxa sala 1910’an de Konferansa Navneteweyî ya Jinên Sosyalîst a Enternasyonal a 2 yemîn kom bû. Di vê konferansê de delagasyona Partiya Sosyal Demokrat a Elmanyayê, ya ku ji Clara Zetkîn, Kate Duncker û havrêyên wan pêk dihat, ji bo ku her sal “Roja Jinê” bê pîrozkirin pêşniyazname dan. Ev pêşniyazname, bi yakdengî hat pejirandin û di vê salê de yekemîn “Roja Jinê” hat pîrozkirin.  Di sala 1917’an de jinên Yekîtiya Sovyetan mafê dengdanê bi dest xistin. Bi vê destkeftinê re li Yekîtiya Sovyetan roja 8’ê Adarê bu cejna fermî.  Her wiha di sala 1921’an de li Moskowayê Konferansa Navneteweyî ya Jinên Komunîst a Enternasyonal a 3’yemîn pêk hat û “Roja Jinê” weke “Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê” hat binavkirin.  Vê têkoşîna jinê di roja 16’ê Kanûna 1977’an de encam wergirt û di Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (Koma Neteweyan) de roja 8’ê Adarê weke “Roja Jinên Cîhanê” hat qebûlkirin. 

Em îro dibînin ku jinên Kurd bi çalakiyên xwe yên li her deverên Kurdistanê bi Berxwedana Kobanê û bi pêngava “Jin, Jiyan Azadî” bûne pêşengên jinên cîhanê.  Em Înstîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanistî li Elmanya, piştgiriyê didin vê têkoşîna pîroz û “Roja Jinên Cîhanê li hemû jinên cîhanê, bi taybetî jî li jinên Kurd û Kurdistanê pîroz dikin.”