BI DÎMEN

Li Heilbronnê ji bo Rojava konê alîkariyê hate vedan

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Saziya Malbatê ya Têkoşîna ji bo Azadiyê li navenda bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê ji bo Rojava konê alîkariyê vedan.

HEILBRONN

Li Kiliansplatzê yê Heilbronn ê Elmanyayê ji bo alîkariya Rojava konê alîkariyê hat vedan. Li konê alîkariyê xwarinên ku Kurdan û dostên wan amadekiribûn hatin firotin û alîkarî hatin komkirin.

Konê alîkariyê rastî eleqeyeke mezin hatin, wê 2 rojan vekirî be. Alîkariyên ku bên komkirin wê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) ji Rojava re bê şandin.

Di çalakiyê de careke din ruhê hevgirtinê yê civaka Kurd hate nîşandan, komeke sosyalîst a bi eslê xwe Tirk û nûnerên Partiya Die Linke jî çûn serdana kon û piştgirî dan. Dahat û bexşên ku ji xwarinên li konê alîkariyê tên firotin wê ji bo kesên hewcedar ên li Rojava bên şandin.

Organîzatoran spasiya her kesê ku beşdarî tevkariyê bûn kir û destnîşan kirin ku ev alîkarî wê ji bo gelên herêmê bibe piştgiriyeke mezin.