BI DÎMEN

Xelata rêzgirtinê ji RJAK'ê re hate dayîn

Li Kerkûkê bi boneya 8'ê Adarê xelata rêzgirtinê ji RJAK’ê re hate dayîn.

Li navenda Yekîtiya Jinên Kurdistanê bi boneya 8'ê Adarê ji ber rol û xizmeta wê ya ji bo doza jinan xelata rêzgirtinê ji Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) re hate dayîn. Saziyên jinan ku beşdarî merasîma xelatê bûbûn, pîrozbahiya xwe li hemû jinên cihanê û jinên Kerkûkê kir û beşdaran paşê bi hev re şitil danîn.

Endama Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê Xeyriye Hesenê têkildarî xelata rêzgirtinê wiha got: "Em wek RJAK destxweşiyê li Yekîtiya Jinên Kurdistanê dikin ku ji ber xebatên me xelata rêzgirtinê da me. Em wan hemû hewlan bi bîr tînin ku hewla komkirina jinan didin. Em hêvîdar in em di siberojê de ji bo xizmetkirina jinên Kerkûkê bikarin wek saziyên jinan bê cudahiya pêkhateyan bi hev re xebatên hevpar zêdetir bikin."

Hêjayî gotinê ye ku RJAK ev hefteyek e bi boneya 8'ê Adarê û bi beşdariya jinên çalakvan çalakiyên xwe didomîne. Çalakiyên 8'ê Adarê hefteya borî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) û bi beşdariya jinên çalakvan û bi hevkariya Komîteya Amadekar a Çalakiyên 8'ê Adarê bi dirûşmeya "Jin, Jiyan Azadî" û "Em ber bi şoreşa jinan gavan diavêjin" komek çalakiyên çandî û hunerî hatibûn ragihandin.