Jinên Amedî li qadan e: Jin, Jiyan, Azadî!

Jinan bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' Qada Stasyonê ya Amedê dagirtin û gotin, "Em ê nebaşiya we ya rêxistinkirî bi têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî têk bibin."

8'Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, li Qada Stasyonê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve” mitîng tê lidarxistin. Mitîng bi gerandina govendê dest pê kir.

Ji serê sibehê ve jin bi pankarta “Jin, jiyan, azadî” û dovîzan diherikin noqteyên lêgerînê. Polîsan bi hinceta saeta ketina mitîngê hewl dan jinan astengt bikin û jinan jî bi dirûşm û tililiyan ev helwesta polîsan protesto kirin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî diherikin qada mitîngê, bi pankartên “Ji Amedê heta Enqereyê em Gultan Kişanak silav dikin”, “Em bi têkoşîna jinên beluc, afxan, îranî û pakistaniyan re ne”, “Bi jin, jiyan, azadiyê em ji şer re dibêjin na” û “Em ê xerabiya we ya birêxistinkirî, bi têkoşîna xwe ya birêxistinkirî têk bibin” qada mitîngê xemilandin.

Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dest bi Nobeta Edaletê kirin jî li Parka Hazalê hatin gel hev û ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê û namzetên hevşaredariyê jî tev li meşa dayikan bûn û pankartên “Jin jiyan, azadî" û “Bi felsefeye jinan azad em xwe birêxistin dikin” hatin hilgirtin. Di meşê de jinan stran gotin û bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” ketin qada mitîngê.

Komeleya Jinan a Rosayê, DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û TJA jî bi kortejên cuda ketin qada mitîngê. Di meşê de pankarta “Şoreşa me şoreşa jinê ye” hate vekirin. Jinên ku li qada mitîngê hatin gel hev, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û li ber stranên kurdî govendê digerînin.