BI DÎMEN

Li Wanê 8'ê Adarê: Heta ku jin azad nebe kes azad nabe

Li Wanê di mîtînga 8'ê Adarê de tecrîd û tundiya mêr-dewletê hate şermezarkirin û hate gotin, "Heta ku jin azad nebe, kes azad nabe." Di mîtîngê de hate destnîşankirin ku Wan wê mohra xwe li hilbijartinan bixe.

8'Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ

Li Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate lidarxistin. Jin li ber avahiya DEM Partiyê li hev kom bûn û bi du baskan ber bi qada mîtîngê ve meşiyan. Jinên ku kincên gelêrî li xwe kiribûn di meşê de dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî', 'Bijî Serok Apo', 'Bê Serok jiyan nabe' qîriyan.

Coşa jinan li qada mîtîngê zêde bû. Ji Komîteya Amadekar Rojbîn Bor silav da jinan. Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ji DEM Partiyê Neslîhan Şedal li mîtîngê axivî û got, "Jin hem li dijî tundiya mêr hem jî li dijî tundiya dewletê têdikoşin. Îro jin, dayikên me ji bo şikandina tecrîdê têdikoşin. Têkoşîna jinên Kurd wê heta azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd dewam bike. Em dixwazin pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk çareser bibe."

Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Gulşen Kûrt jî got, "Bi girankirina tecrîda li ser Birêz Ocalan dixwazin bêhnê li vî gelî biçikînin. Em silavan li jinên ku bi rengekî neheq hatine girtin dişînin. Neheqî herî zêde li me jinan tê kirin. Her roj jin li kolanan têne qetilkirin. Yên qetil dikin jî nayên cezakirin. Em ti carî dest ji jiyana azad bernadin. Em di jiyana azad de bi israr in. Heta ku jin azad nebe kes azad nabe."

'EM Ê HÊZA JINAN NÎŞANÎ WAN BIDIN'

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan jî anî ziman ku jinan ji bo hebûna xwe salên dûr û dirêj têkoşîn meşandin, berdêl dan û got, "Em hatin kuştin, hatin qetilkirin, tine hatin hesibandin, keda me tine hate hesibandin, her tiştên me tine hatin hesibandin. Lê belê wê biçin, wê bi hêza jinê biçin. Li pêşiya me hilbijartinên 31'ê Adarê hene. Li hemberî yên ku îradeya me tine dihesibînin em ê 14 şaredariyan bi dest bixin û qeyûman bişînin Enqereyê. Hevşaredarên me ji bo xizmetê ji we re bikin li vir in. Bi dengê herî bilind ê li Wanê em dixwazin mohra xwe li dîrokê bixin."

Mîtîng bi hunera hunermend Nûray Balik û Feryal Oner bi dawî bû.