BI DÎMEN

Gerîla Azadî: YJA Star hêza tolhildana tundiya li ser jinan e

Gerîlaya YJA Starê Azadî Demhat derheqê 8'ê Adarê de axivî û anî ziman ku YJA Star hêza tolhildana tundiya li ser jinan e û got: ‘’Em bi tu awayî neheqî, bêedaletî, tundî, kuştin û qetlîamên li dijî jinan tên kirin qebûl nakin.’’

ROJA JINÊN KEDKAR ÊN CÎHANÊ

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi milyonan jin bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ diherikin qadan. Li çiyayên Kurdistanê gerîlayên YJA Starê li hemberî dijminê dagirker û  faşîst tekoşîna xwe didomînin.

Gerîlaya YJA Starê Azadî Demhatê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ser tekoşîna di nava refên gerîla de axivî.

Azadî Demhat di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: ‘’Em baş wate û girîngiya 8’ê Adarê ya ji bo jinan dizanin. Di civaka pederşahî de tundî, kuştin û qetlîamên li dijî jinan berdewam dikin. Ji ber vê yekê di hemû 8’ê Adaran de bi milyonan jin li dijî pergala pederşahiyê û desthilatdaran diherikin qadan, mafên xwe tînin ziman û dengê xwe bilind dikin. Hem li Kurdistanê hem jî li gelek welatên cîhanê jin girêdayî felsefeya Rêber Apo tekoşîna azadiyê didin meşandin. Dirûşma; ‘Jin Jiyan Azadî’ êdî ji aliyê herkesî ve tê zanîn û jin vê  dirûşmeyê esas digirin û li ber xwe didin. Afirînerê vê dirûşmeyê jî Rêber Apo ye. Bi saya kedên Rêber Apo em jin îro li her derê xwedî îrade ne.’’

Em weke gerîlayên YJA Starê bi çalakiyên xwe hewl didin ku ji bo 8’ê Adarê li ber xwe bidin. Em dizanin ku gelê me ji van çalakiyan hêz û moralê distîne û berxwedana xwe mezintir dike. Erka me ye ku em xwedî li 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê derkevin. Mezintirîn hewldana me bidawîkirina tundiya li dijî jinan e. Em bi tu awayî neheqî, bêedaletî, tundî, kuştin û qetlîamên li dijî jinan tên kirin qebûl nakin. Em li her derê li dijî vê yekê li ber xwe didin. YJA Star hêza tolhilanîna tundiya li ser jinan e.

Em weke hêza parastinê ya vî gelî û bi taybet jî ya jinan, em ê bi dil can têbikoşin ku ji bedêl û berxwedana hatî dayîn re layiq bibin. Hewce ye ku jinên ku di nava civakê de li ber xwe didin ji xwe bawer bin, xwe birêxistin bikin û di nava xebatan de cih bigirin. Sereketirîn armanca me ew e ku em di sala 2024’an de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Çalakiyên me yên li dijî dijmin wê roj bi roj zêdetir bibin. Girêdayî vê yekê ji hemû jinên berxwedêr û li qadan li ber xwe didin re serkeftinê dixwazim.’’