Zêdetirî 230 mîlyon jin û zarokên keç bi hovîtiya sinetkirinê re rû bi rû ne

UNICEF’ê bi wesîleya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê raporek weşand û ragihand, ku li gelemperiya cîhanê zêdetirî 230 jin û zarokên keç bi hovîtiya sinetkirinê re rû bi rû ne.

Li gorî UNICEF'ê, hejmara jin û zarokên keç ên ji pêkanînên sinetkirinê bi saxî rizgar bûne, îro zêdeyî 230 mîlyon e. Ev hejmar li gorî sala 2016'an ji sedî 15 zêdetir e.

Pêkanîn sinetkirinê ku jin rastî wan tên, bi xwe re pirsgirêkên mîna welidînê, di dema welidînê de komplikasyon, mirina pitikan, di dema têkliya zayendî de êş û pirsgirêkên derûnî û fîzîkî tîne. Her wiha carnan ev pêkanîn dibe sedema mirina jinan.

Li gorî rapora ku piranî xwe dispêre 31 welatan, li Efrîkayê ji 144 mîlyon zêdetir jin bûne mexdûrê sinetkirinê. Bi vê yekê re li gorî Asyayê 80 mîlyon û li Rojhilata Navîn 6 mîlyon, Efrîka bûye parzemîna ku herî zêde pêkanîna sinetkirinê lê pêk tê.

Lê tevî zêdebûna hejmara giştî ku bi giranî bi mezinbûna nifûsa li van welatan ve girêdayî ye, di raporê de pêşketina di kêmkirina vê pêkanînê de jî radixe pêş çavan ku mafên herî bingehîn ên mirovan binpê dike.

Li hin welatên weke Sîerra Leone, rêjeya sinetkirina jinên ciwan ên di navbera 15-19 salî di nava 30 salan de ji sedî 95 daket ji sedî 61'ê, li Etiyopya, Burkîna Faso û Kenyayê jî kêmbûneke girîng hat dîtin.

Lê mînak li Somaliyê jinên temenê wan di navbera 15 û 49 salî de ji sedî 99, li Gîneyê ji sedî 95, li Cibutî’yê ji sedî 90 û li Malî’ye yê jî ji sedî 89 jin bi sinetkirinê re rû bi rû mane.

Seroka UNICEF’ê Catherîne Russell derbarê mijarê de daxuyanî da çapemeniyê û wiha got, "Em dibînin ku zarokên keç di temenê biçûktir de mînak di rojbûna wan a 5’emîn de rastî vê pêkanîna sinetkirinê tên. Ev yek rewşeke metirsîdar ava dike. Ev yek jî derfetên destwerdanê gelekî kêm dike. Ji bo dawî li vê pêkanîna bi zerar bê anîn, divê em xebatên xwe xurtir bikin."

Di raporê de nerazîbûn li beramberî bêdengiya mêran jî tê dayîn. Claudia Coppa ku yek ji nîvîskarên sereke yên raporê ye, anî ziman ku ev bêdengî rewşeke qebûlkirinê nîşan dide û bang li her kesî kir ku helwesta xwe nîşan bide.