BI DÎMEN

Komkujiyên Parîsê li Nantesê hatin şermezarkirin

Li bajarê Nantes ê Fransayê komkujiyên Parîsê hatin şermezarkirin û banga pêkanîna edaletê û ronîkirina komkujiyan hat kirin.

ŞERMEZARKIRINA KOMKUJIYÊN PARÎSÊ

Li bajarê Nantes ê Fransayê ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di komkujiyên Parîsê de şehîd bûbûn, meş û çalakî hat lidarxistin. Di meşa ku li Place Royale destpê kir de wêneyên şehîdên Parîsê hatin hilgirtin û bal kişandin ser komkujiya li ser gelê Kurd û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê.

Di çalakiya şermezarkirinê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Nantesê ve hat organîzekirin. Di meşê de pankarta "Em edaletê dixwazin" û wêneyên şehîdên çapemeniya azad Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin hilgirtin.

Meşa ku şoreşgerên Fransî jî beşdar bûn de, daxwaza edaletê ûconîkirina komkujiyên Parîsê hatin kirin.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî; Sara, Rojbîn, Ronahî” û “Ji Kurdan re çareseriya siyasî” hatin berzkirin.

Piştî meşê çalakî hat lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê axaftin hatin kirin. Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Nantesê Kawa Zinar axivî û bandg li hikûmeta Fransayê kir û got, “Tevî ku derket holê ku hêza li pişt berpirsyarên komkujiyê dewleta Tirk e, lê li dijî dewleta Tirk gavek jî nehatiye avêtin. Divê hikûmeta Fransayê berpirsyarên li pişt van komkujiyan eşkere bike û bidarizîne."

Çalakî bi banga tevlîbûna çalakiya 11’ê Çileya 2025’an a li Parîsê bê lidarxistin, bi dawî bû.