BI DÎMEN

Li Erivanê coşa 8'ê Adarê: Em ê xwe bi fikra şoreşa jinê bipêçin

Di pîrozbahiya 8'ê Adarê ya li Erîvanê hat lidarxistin de peyama: "Em ê li dijî zîhniyeta serdest a mêr bi xwedîderketina li fikra şoreşa jinê û têkoşîna xwe ya azadiya jinê berfireh bikin."

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Azad li paytexta Ermenistan Erîvanê şahiyek hat organîzekirin.

Tevî jinên Kurd ên ji Oktemberyan, Elegez û navenda Erîvanê, jinên Ermenî jî beşdarî şahiyê bûn.

Çalakî li Salona Neteweyên Kêmar hat lidarxistin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna jinên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne destpê kir. Endama Yekîtiya Jinên Azad Seyran Celad axivî û bal kişand ser dîrok, wate û girîngiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê. Seyran Celad destnîşan kir ku di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Jinê de bedelên mezin û giran hatine dayîn û got, "8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di serî de li jinên li girtîgehan li ber xwe didin, dayikên me yên aştiyê û hemû jinên berwedêr pîroz dikim. Her tişt girêdayî vîna jinê ye. Ger jin ji bo parastina mafên xwe têbikoşin, ti hêz nikare mafên jinan ji destê wê bigire. Weke jinên Kurd bi saya felsefeya Rêber Apo ji me re hiştiye û Tevgera Azadiya Jinên Kurd e  îro li vir in û ji bo azadiya xwe têdikoşin.”

Seyran Celad destnîşan kir ku divê her roja jinan bibe 8'ê Adarê û wiha domand: "Em ê bi mezinkirina têkoşînê azadiya xwe bi dest bixin û xwe ji feraseta ku Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi rojekê sînordar dike rizgar bikin.  Her rojê weke roja jinê îlan bikin. Rêya bidestxistina vê jî Şoreşa Jinê ye û weke ku Rêbertiya me gotiye îro şoreşa jinê dest pê kiriye. Em ê li dijî zihniyeta serdest a mêr bi fikra şoreşa jinê re têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinê mezin bikin."

Di berdewamiya çalakiyê de peyamên 8'ê Adarê yên saziyên cuda bi zimanê Ermenî hatin xwendin.

Çalakî bi stranên hunermend Zagros Rojhilat ve dewam kir û timî dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Serok Apo" û "Bijî 8'ê Adarê" hatin berzkirin.

Di dawiya çalakiyê de gul li jinan hatin belavkirin.