Li Velbertê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşek hate lidarxistin
Li bajarê Velbert ê Elmanyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava meşek hate lidarxistin.
Li bajarê Velbert ê Elmanyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava meşek hate lidarxistin.
Kurdistaniyên li bajar û derdora wê dimînin û dostên Elman beşdarî meşa ku saet di 12'an de li navenda bajêr hat lidarxistin bûn.
Di meşê de rêveberên MLPD'ê yên Elman Kurt Horst Dotten, hunermend Fevzî Kiliç û Mele Salih axaftin kirin. Axaftvanan diyar kirin ku polîtîkayên qirêj ên li ser Kurdistanê bi sedsalan e berdewam dikin û ev yek nayê qebûlkirin. Çalakvana êrîşên bermahiyên DAIŞ’ê yên SMO’yê şermezar kirin.
Meş bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî YPG” bi dawî bû.