Li Akdenîzê jin li qadan e: Em bibin yek em ê bi ser bikevin

Li navçeya Akdenîzê di şahiya 8'ê Adarê de hate gotin, "Em ê sîstema mêr hilweşînin. Eger em bibin yek ev mejî nikare ti ji me tine bike."

8'Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ

Li navçeya Akdenîzê ya Mersînê, li taxa Şevket Sumer bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê şahiyek hate lidarxistin. Jin beriya şahiyê li Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Akdenîzê li hev kom bûn û ber bi qadê ve meşiyan. Jinan li ber erbaneyê dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana jinan" û "Bijî 8'ê Adarê" qîriyan. Jin destpêkê heta taxa Guneşê meşiyan. Li vê derê tevlî merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya jinê bûn. Piştre jî ber bi qada şahiyê ve meşiyan û demeke dirêj govend gerandin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Mersînê Bedriye Kûş 8'ê Adarê li siyasetmedarên jin ên girtî pîroz kir. Bedriye Kûş diyar kir ku jin wê di hilbijartinên 31'ê Adarê de bersivê bidin êrîşên li dijî jinan û got, "DEM dema azadî û jiyana jinê ye."

Nûriye Arslan jî got, "Doh li Tarsûê jineke din ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Eger em bibin yek ev mejî nikare ti ji me tine bike."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sûltan Ozcan jî got, "Em amade ne ku Akdenîzê bikin bajarê warê jinê? Em amade ne ku Akdenîzê bikin şaredariya bi rengê jinê?" Jinên li qada mîtîngê jî bersiva "erê" dan.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Eren jî anî ziman ku 95 roj in ew di Nobeda Edaletê de ne û daxwaza wan rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Parlamenter Perîhan Koca jî merve Bayer bi bîr anî ku li Tarsûsê hate qetilkirin û got, "Em ê bi raperîn û hêrsa xwe vê sîstema mêr hilweşînin."

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan û got, "Her ku em qadan dadigirin sîstema serweriya mêr diheje. Em tên. Li vî welatî ji bo her kesî, ji bo her kesî pere heye. Lê ji bo jinan nîne. Xizaniya jinan her roj zêde dibe, desthilatdarî ji qesrê teserûfê nake."