Jinên li Hesekê ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiyan

Li Hesekê bi pêşengiya hemû rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hat lidarxistin û berxwedana YPJ’ê hat silavkirin.

PIŞTGIRIYA JI BO YPJ'Ê

Hemû pêkhate, dayik, jinên ciwan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de alên Yekîneyên Parastin aJin (YPJ) û pankartên bi nivîsa “Jin di avakirina Sûriyeyê de esasa edalet û wekheviyê ye”,”Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze”, “Yekîtiya Jinên Sûriyê misogeriya felsefeya Jin Jiyan Azadî ye” hatin berzkirin.

Meş li ber Çarxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer dest pê kir û li ber parka taxa Nasra veguherî mitîngek.

‘SÛRIYA DEMOKRATÎK DÊ BI DENG, RENG Û HIŞMENDIYA JINAN BÊ AVAKIRIN’

Li taxa Nasra berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo mizgînî da meşvanan ku di vê demê de hevdîtin bi Rêber Abdulah Ocalan re tê kirin û wiha anî ziman: “Em ji qada têkoşîn û berxwedanê silavên germ ji Rêberê xwe re dişînin û berxwedana wî silav dikin. Ev 13 sal e xelkên Rojava li beramberî sîstema netewperest, olperest û netewe-dewlet têkoşîn û berxwedanê dike. Li aliyê din li beramberî dagirkeriya Tirk û hevalbendên wê, têkoşînek mezin dimeşînin."

‘JIN BI BERXWEDANA XWE BERSIVÊ DIDIN PLANÊN DIJMIN’

Îro dewleta Tirk a dagirker êrişî deskeftiyên Şoreşa jinê dike, lê berxwedana jinan a dîrokî bersiv dide planên dijmin. Rîhan wiha domand: "Em jin, ji her pêkhateyên ku îro sekneke xwe nîşan didin û hevgirtina xwe diyar dikin ku ev bi xwe berxwedaniyek dîrokî ye. Di avakirina Sûriyeya nû de pêwîst e îradeya jina azad were parastin. Sûriyeya Demokratîk bi deng, reng û hişmendiya jinê dê were avakirin. Ger ku jin di nivîsandina destûra Sûriyeyê de cîh negire, ne mumkin e ev Sûriyeyî were qebûlkirin û mafên gelan were parastin. Ez bang li tevahî gelan dikim ku ji bo em bi hev re Sûriyeyeke nû û demokratîk bidin avakirin, xwedî helwest bin.”

‘DEM HATIYE EM QADA DESKEFTIYÊN ŞOREŞÊ BERFIREH BIKIN’

Rêvbera Meclisa Jinan a Sûriyê bal kişand ser rol û girîngiya berfirehkirina deskeftiyên jinan a li tevahiya Sûriyeyê û wiha got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinê xwe bi rêxistin kir, hevgirtina xwe ava kir û gelek deskeftiyên pîroz bi dest xistin. Îro dem hatiye ku em qada bidesxistina deskeftiyên Şoreşê berfirehtir bikin û li tevahî Sûriyê rêxistin û hevgirtina xwe berfireh bikin.”

‘JIN KÊLIYÊN AZADÎ Û RÛMETÊ DIJÎNˊ'

Endama YekItiya Jinên Suryanî Sebah Şabo diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêliyên azadî û rûmetê dijîn û wiha domand: “13 sal bi têkoşîn, berxwedanî û serhildan derbas bû. Li vir pêwîstî heye ku em xwedî li keda van salan derkevin. Jin di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kêliyên azadî û rûmetê dijîn. Lewma parastina jinê û deskeftiyên wê, erkekî exlaqî ye, ji me her kesî tê xwestin. Bi rihê felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê gavên pîroz bavêjin û Sûriyeyeke nû ya demokratîk ava bikin. Jin di nivîsandina destûrê de cîh negire, em vê Sûriyeyê qebûl nakin û li hemberî wê jî têkoşîna me dê bidome.”

‘TÊKOŞÎNA ME WÊ HESAB JI DEWLETA TIRK LI SER KOMKUJIYA 1915’AN BIXWAZE’

Ji Kordînasyona Yekitiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan jî destnîşan kir ku jinên Ermen komkujiya 1915’an ji bîr nakin û dê hesabê wê bê dayîn. Enahîd wiha got: “Êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berdewama Komkujiya 1915’an e. Em jinên Ermen xwe bi rêxistin dikin û hevgirtina xwe ava dikin da ku em bibin bersiv ji vê pêvajoyê re. Peyama me jî ew e ku heya jinek Ermen hebe, wê li ser wê komkujiyê hesab ji dewleta Tirk bixwaze."

Meş bi dirûşmeya “Bijî yekîtiya jinên Sûriyeyê“ bi dawî bû.