Li Amedê 8’ê Adarê: Em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bi ser bikevin

Li Amedê jinên ku bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Qada Stasyonê hatin ba hev, bi berzkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” destnîşan kirin ku wê serî netewînin.

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, li Qada Stasyonê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve” mitîng hat lidarxistin. Mitîng bi gerandina govendê destpê kir.

Ji saetên zû yên serê sibehê ve jin bi pankarta “Jin, jiyan, azadî” û dovîzan diherikin noqteyên lêgerînê. Polîsan bi hinceta saeta ketina mitîngê hewl dan jinan asteng bikin û jinan jî bi dirûşme û tililiyan ev helwesta polîsan protesto kirin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî diherikin qada mitîngê, bi pankartên “Ji Amedê heta Enqereyê em Gultan Kişanak silav dikin”, “Em bi têkoşîna jinên beluc, afxan, îranî û pakistaniyan re ne”, “Bi jin, jiyan, azadiyê em ji şer re dibêjin na” û “Em ê xerabiya we ya birêxistinkirî, bi têkoşîna xwe ya birêxistinkirî têk bibin” qada mitîngê xemilandin.

 ÇALAKVANÊN NOBETA EDALETÊ

Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dest bi Nobeta Edaletê kirin jî li Parka Hazalê hatin gel hev û ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê û namzetên hevşaredariyê jî tevlî meşa dayikan bûn û pankartên “Jin, jiyan, azadî" û “Bi felsefeye jinan azad em xwe birêxistin dikin” hatin hilgirtin. Di meşê de jinan stran gotin û bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” ketin qada mitîngê.

Komeleya Jinan a Rosayê, DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û TJA jî bi kortejên cuda ketin qada mitîngê. Di meşê de pankarta “Şoreşa me şoreşa jinê ye” hate vekirin. Jinên ku li qada mitîngê hatin gel hev, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û li ber stranên kurdî govendê digerînin.

JIN WÊ SERÎ NETEWÎNIN

Bernameya mitîngê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bi hezaran jinên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn destpê kir. Piştre jî li ser navê Komîteya Amadekar Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray axivî. Yaray, anî ziman ku jinan tu caran serî netewandine û dê serî netewînin. Yaray, wiha dom kir: “Em Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Hulya Alokmen û hemû jinên girtî silav dikin. Rêya wan rêya me ye.”

Bi domdarî Yaray bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û bi bîr xist ku qeyûman weke karê ewil saziyên jinan û ziman girtine. Yaray, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd dixwaze li ser vê xakê bi awayekî wekhev û azad bijî. Dê koletiyê qebûl neke. Em dibêjin ku dev ji tunehesibandina kurdan berdin. Bila kurd vê cîhanê xweşik bikin. Bila aştî vê vê xakê. Em jin her tim dibêjin ji bo aştiyeke birûmet dengê xwe bilind bikin. Em li Amedê ji hemû cîhanê re dibêjin ‘jin, jiyan, azadî.’”

DAYIKA AŞTIYÊ: BILA WESÎLEYA AŞTIYÊ

Li ser navê Dayikên Aştiyê jî Muruvvet Demîr axivî û wiha got: “8’ê Adara me bi hezaran caran li tevahiya jinên kedkar, li şoreşgeran pîroz be. Ez girtiyên bi mehan e di greva birçîbûnê de silav dikim. Hêvîdarim bibe wesîleya aştiyê. Silav û rêz ji we tevan re.”

Piştre namzetên hevşaredariya Amedê ya DEM Partiyê derketin ser dika mîtîngê û jin silav kirin. Li ser navê namzetan namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak diyar kir ku ew dirûşmeya aştî, edalet û azadiyê ji dayikên berxwedêr fêr bûne.

Serra Bûcak ji namzeta Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanak re jî silav şand û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

ADALET KAYA: ABDULLAH OCALAN WÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKE

Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya jî li ser navê TJA’yê mafê axaftinê girt û got: “Em weke jin dibêjin ku rêya çareserî û aştiyê vekirî ye. Ya ku em dixwazin azadiya Birêz Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan wê pirsgirêka Kurd çareser bike û aştiyê ji gelan re bîne. Em Kurd in, jin in û li vir in. Em ê jiyaneke azad û demokratîk ava bikin. Em li dijî vê sîstema ku me tune dihesibîne, serî natewînin û serî radikin.”

AYFER KOÇAK: DIVÊ EM JI NÛ VE JIYANÊ AVA BIKIN

Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak jî destnîşan kir ku ew li dijî êrîşên desthilatdarên faşîst ên li ser hemberî jinan, dest ji têkoşînê bernadin. Ayfer Koçak bal kişand ser êşkenceya li girtîgehan û berxwedana jinan a li dijî tecrîdê û got: “Ji bo ku keda me bê dîtin, divê em jiyanê ji nû ve ava bikin.”

TULAY HATÎMOGULLARI: 5 HEZAR NAMZETÊN ME YÊN JIN ÊN HEVSEROK HENE

Piştî Koçak, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari bang li jinên qadane kir û wiha got: “Di heman demê de ev 5 hezar sal in em li dijî vê pergalê têdikoşin, me serî netewand û mohra xwe li têkoşîna dîrokî da. Keda me hate xwarin, tundî li me hate kirin, em hatin qetilkirin lê me tu caran serî netewand. Êrişî pergala me ya hevserokatiyê kirin lê me tu caran serî netewand. Silav ji hemû jinên di têkoşîna azadiyê de bedel dayîn re, silav ji kesên bi xweliya xwe dîroka 8’ê Adarê nivîsandin û diyarî me kirin re.”

Di berdewamê de Hatîmogûllari got ku jin di her qadên jiyanê de rastî zext, komkujî û tundiyê tên û Gulistan Doku û jinên hatine qetilkirin bi bîr xist. Hatîmogûllari, destnîşan kir ku ji bo valaderxistina polîtîkaya şerê taybet a li Kurdistanê tê meşandin, li Qada Amedê bi hev re dirûşma “Jin, jiyan, azadî” diqîrin. Hatîmogûllari, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jin dê tu caran dev ji mafê xwe yê jiyanê bernedin. Em jin dê li hemberî şerê taybet ê li Kurdistanê serî netewînin. Em jin dê dev ji parastina Peymana Stenbolê bernedin, dê dev ji parastina qanûna hejmar 6284’ê bernedin. Em ê dev ji mafê xwe yê nefeqeyê bernedin.

Jinên hêja, weke DEM Partî û hemû hêzên bi me re dixebitin, me got ku pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e. Êrîşa herî mezin a li dijî vê pergalê, bi rejîma qeyûman re destpê kir. Qeyûman herî zêde êrîşî polîtîkayên me yên jinan kirin. Hewl dan pergala me ya hevserokatiyê û nûnertiya wekhev bidin ber nîqaşê. Lê em jin dê destûrê nedin vê. Niha li Kurdistanê 5 hezar namzetên me yên hevşaredariyê û namzetên rêveberiyên herêmî yên jin hene. Li Tirkiyeyê tu partiyan nekarîn vê yekê pêk bînin. Ya ku ev yek pêk anî ne tenê partî, vîna we jinên hêja ye.

Hevalên hêja; em ê li Amedê li dora namzetên xwe yên hevşaredariyê feraseta xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê pêk bînin. Em ê vê pergalê bi feraseta jinê bi hev re ava bikin. Meclîsên jinan mîsogeriya vê ne. Em ew jinin ku me di 8’ê Adarê de ji xweliya xwe têkoşîn afirand.

Heta ku têkoşîna birêxistinkirî ya jinan û hêza wan hebe dê tu rejîmên zilaman nekarin me têk bibin. Bi qasî ku ji dest tê dixwazim bi zimanê dayikê bibêjim; Mehsa hate kuştin, nexêr bû al, Mehsa bû alaya hemû jinên têkoşer, bû alaya hemû jinan. Pora wê bû alaya têkoşîna me. Ew nemir di nav me de ye û em bi hev re dirûşma “Jin, jiyan, azadî’ berz bikin û Jîna Emînî dîsa bi bîr bînin. Heta ku ev têkoşîna jinan hebe, heta ku ev hêza wan a birêxistinkirî hebe ne li Tirkiyeyê ne jî li Kurdistan û Rojhilata Nvaîn dê tu rejîmên otorîter ên zilaman nekarin me têk bibin. Jin dê bi ser kevin, em ê bi ser kevin.”

Piştre jî hunermend derketin ser dikê û mitîng didome.