Fermandariya YJŞ: 8’ê Adarê nasnameya berxwedana jinê ye

YJŞ’ê bi wesîleyê 8’ê Adarê tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û got, “8’ê Adarê nasnameya berxwedana jinê ye. Em weke jinên Êzîdî, soz didin ku hemû rojan bikin rojên bi pêşengiya jinê û têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Fermandariya Yekîneyên Jin ên Şengalê (YJŞ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar Cîhanê daxuyaniyek weşand. Fermandariya YJŞ’ê got, “Jin bi zanistiya ku pê digihêje, bi hestên xwe yên wîjdanî, bi ziravtiya aqlê xwe, bi civakbûna xwe û bi têkoşîna xwe ya bê hempa ew ê siberoja azad bihûnin.”

Daxuyaniya YJŞ’ê wiha ye:

“Despêkê em 8’ê Adarê li yên ku me ji fermana mezin xilas kir, rêka azadiyê ji bo me nîşan da û rihê berxwedaniyê bi me da qezenç kirin li Rêberê mirovahiyê Rêber Apo pîroz dikin. Em yên ku ji bo pêşengtiya jin bi ser bikeve, bi rihê jina azad şer kirin di şexsê  Leyla, Doga, Axîn, Sorxwîn, Amargî, Faraşîn, Bêrîvan’an de  hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîrtînin. Dîsa li tevahî cîhanê jinên ku ji bo azadîyê têdikoşin, bi taybetî ew dayikên me yên berxwedêr, hevrêyên me yên di çeperan de bi rihê Apoyî şer dikin li hemu hevrêyên xwe yên jin pîroz dikin. Têkoşîna ku bi Clara Zetkînan destpê kir, îro bi partîbûna jin û artêşbûna jin ve xwe didomîne, em tevgerên jin yên azadîxwaz hemûya silav dikin û vê rojê li wan jî pîroz dikin.

8’ê Adarê, li beramberî pelçiqandin, hemû cureyên şîddet, kuştin, talan, firoştin û hemû muameleyên xirab re ji bo jin dibe roja serhildêrî. Ji bo azadî rojekî bi watedar e. Ji roja ku îlan bu heya niha bûye roja berxwedanê. Rêber Apo bi lêpirsîna ‘çima ji bo jina tenê rojek tê dayîn, çima hemû roj di rengê jin û pêşengtiya jin de nebe?’ bi vê awayî rûyê vê rojê guhertiye û li vê rojê wateyek cuda bar kiriye. Bi taybet bi pêşxistina tevgerê jin ve her rojan bi rengê jin ve xemiland û hemû rojan bi çanda berxwedanî ve tije kir.

Gava mirov roja îro meyze dike, tevgerên jin yên bi vîn, bi rêxistinkirî, yên parastina xwe dizane û şêwazê têkoşînek xurt û domdar derketiye holê. Rastiya jina ku dîroka deshilatdaran guhertiye û dîroka jina azad nivîsandiye derxiste holê. Bi van pêşketinan ve zanistiya jin, vîna wê, hestê wê, fikrê wê, xweşikbûn û exlaqa wê ji nû ve hate destgirtin û avakirin. Jin bi zanistiya ku pê digihêje ve bi hestên xwe yên wîjdanî, bi ziravtiya aqlê xwe, bi civakbuna xwe, bi têkoşîna xwe ya bê hempa ew ê siberoja azad bihûnin. Kêmek be jî jinên ku çavê wan bi azadiyê vebûye êdî li beramberî hemû cureyên hovîtiyê bê çare nîne. Ew jinên ku tenê digrî, loma dike, tenê hawara xwe digihîne hinekan, bendeware û hemû nehaqiyê weke qederekî dipejirane ji holê radibe. Ev jî hêvî û bawerî dide me.

Îro li kîjan aliyê cîhanê be jî, jinên ku ji azadiyê re hevpeyman çêkiriye digihîjin hev du. Ev pêşketin hêz û moral dide me hemûyan. Bi taybetî ji ber ku  8’ê Adarê nasnameya berxwedaniya jin e, hemu jinên azadixwaz di vê rojê de li hevdu dicivin. Ji bo wê îro hemû dengê jinan bi hevre bilind dibe û ji bo azadiyê bi yek dengî diqîr e. Ji bo wê em hemû jinên azadixwaz bi biryardariya têkoşînek hîn bi xurtir 8’ê Adara îsal pêşwazî dikin.

Weke jinên Êzîdî bi taybet ev salên dawî em gihiştin wateya vê rojê û îro bi çanda zanistiya zayendî û çanda berxwedaniyê vê rojê pîroz dikin. Êdî ji bo me wateya azadiyê pir mezin e. Ji ber ku kesên ji bo azadiyê canê xwe dan wateya azadiyê yekcar bilind kirine. Di vê esasî de carek din kesên ku di oxira azadiyê de şehît ketine li beramberî wê bi hurmet bejna xwe ditewînin. Kesên ku zîndanan de, lûtkeyên çiyan de, di zeviyan de, cihê kargehan de, kuçeyan de û her wiha hemû qada zivirand qadên berxwedanê, çalakiyên wan yên giranbiha, egîdiya wan silav dikin. Em weke jinên Êzîdî, jinên li ser erka xwe ya parastina cewherî soz didin ku hemû rojan bikin rojên pêşengtiya jin û bi hêviya ji bo em bi Rêbertî bi hevre bijîn bi hemû hêza xwe em ê têkoşîn bikin.”