Rapora Sibatê: 9 rojnamevanên jin girtî ne û darizandina 20 rojnamevan jî dewam kir

Di rapora meha Sibatê ya MKG'ê de hat ragihandin ku 9 rojnamevanên jin girtî ne û darizandina 20 rojnamevanên jin jî dewam kir. MKG’ê banga mezinkirina hevgirtinê kir.

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên a meha Sibatê ya rojnamevanên jin eşkere kir. Li gor raporê rojnamevan Kîbriye Evren û Selamet Turan jî di nav de 6 rojnamevan di 13'ê Sibatê de hatin binçavkirin û rojnamevanek hat girtin û muameleya xerab li 3 rojnamevanan hate kirin.  Her wiha li girtîgehê muameleya xerab li rojnamevaneke girtî hatiye kirin. 

Bi domdarî di raporê de ev agahî hatin parvekirin:

“Zextên desthilatê yên li dijî rojnamevanan her ku diçe zêde dibin. Rojnamevan ji aliyekî li dijî zextên desthilatdariyê li berxwe didin û ji aliyekî jî li dijî zimanê zayendperest li berxwe didin vê serhildana xwe dewam dikin. Rojnamevanên nûçegîhaniya jin, zarok, xweza û civakî esas digirin di meha Sibatê de bi sepanên mîna zext, girtin, darizandin, binçavkirin û birîna ceza rû bi rû man. 

Şopandina nûçeyan a rojnamevanan li gelek cihî hat astengkirin, di heman demê de jî êrîş li wan hat kirin. Rojnamevan Kîbriye Evren û Selamet Turan jî di nav de 6 rojnamevan di 13'ê Sibatê de hatin binçavkirin. Rojnamevanek hat girtin û muameleya nebaş li 3 rojnamevanan hat kirin. Li girtîgehê muameleya nebaş li girtiyekê hat kirin. Hempîşeya me û Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû piştî 10 mehan girtî ma şûnde hat tehliyekirin. 

Rojnamevanên ku mafên wan ên girtina nûçeyan tên astengkirin, pênûsa xwe hîn bêhtir bi hêz bi kar tînin. Jinên rojnamevan ên ku li dijî zextan serî natewînin, şopandina nûçeyan didomînin. Jinên rojnamevan di heman demê de rihê piştevaniyê mezin dikin û li dijî binpêkirina mafên jinên rojnamevan dengê xwe bilind dikin. Bi hêza vê piştevaniyê em bang li hemû aliyan dikin ku bi rojnamevanan re di nava piştevaniyê de bin û em bang li hemûyan dikin ku mafê girtina nûçeyan a civakê biparêzin.

BÎLANÇOYA SIBATÊ

Hin daneyên îstatîkî yên meha Sibata 2024'an a rapora binpêkirina mafên jinên rojnamevan wiha ne:

1-) Binpêkirina li dijî ewlehî û mafê jiyanê yê rojnamegeran 

Rojnamevanên hatin binçavkirin: 6
Rojnamevanên hatin girtin: 1
Rojnamevanên muameleya xerab li wan hatiye kirin: 3
Binpêkirina mafên rojnamevanên li girtîgehan: 1

2-) Binpêkirina îfadeya ramanê ya rojnamevanan 

Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin: 1
Rojnamevanên derbarê wan de doz hatiye vekirin (yên berat kirine: 2
Hejmara jinên rojnamevan ên girtî  (Ji 1’ê Adara 2024’an heta niha): 9
Navên rojnamevanên girtî û peywirên wan wiha ne:

ROJNAMEVANÊN JIN ÊN GIRTÎ

1.Derya Ren - Nûçegîhana JINNEWS’ê
2.Dîlan Oynaş - Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat 
3.Elîf Ersoy - Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê 
4.Hatîce Duman - Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê
5.Ozlem Seyhan - Rojnamevan
6.Tulay Canpolat - Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê 
7.Selamet Turan - Rojnamevan 
8.Ozden Kinik - Xebatkara TRT'ê
9. Bîrcan Yildirim - Derhênera Weşana BîrcanTV Haber

Rojnamevanên ku di meha Sibatê de ji girtîgehê hatine tehliyekirin: Dîcle Mûftûoglû."