'Li dijî polîtîkayên zextê di 8’ê Adarê de em ê li qadan bin'

Rêvebera DBP’ê û aktivîsta TJA’yê bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan û li dijî êrîş û zextên desthilatdariyê rêxistinbûna xwe mezin bikin.

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jinên ku li bajarên Kurdistanê çalakiyên cur bi cur lidar dixin, wê di 8'ê Adarê roja Înê de li Qada Stasyonê ya Amedê mîtîngekê lidar bixin.

EM Ê DI 8’Ê ADARÊ DE LI QADAN BIN

Rêvebera DBP'ê ya Bajêr Emel Sumbul, da xuyakirin ku jin li dijî zîhniyeta serdestiya mêr a hezar salî têkoşîneke mezin dimeşînin û destnîşan kir ku divê jin di her şert û mercî de dakevin qadan. Emel Sumbul, da xuyakirin ku 8'ê Adarê ji bo vê wesîleyeke mezin e û got, "Berxwedana jinan ya li Îran û Rojava, hem ji bo cîhanê hem jî ji bo me di warê têkoşîna jinên Kurd de mînakeke mezin e. Ev yek nîşanî me dide ku em xwedî wê hêzê ne ku li her qadê, li her cihî li dijî her zîhniyetê li ber xwe bidin. Em ê bersiveke mezin bidin zîhniyeta ku hebûna me ji nedîtî ve tê. Em 8'ê Adarê li dijî cînayetên jinan, tacîz û destdirêjiya li hember jinan, polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê tên meşandin û zext û êrîşên li ser tevgera jinê li qadan in. Em bang li hemû jinan dikin ku li her cihê lê ne dakevin qadan."

DIVÊ EM LI HER QADÊ XWE BI RÊXISTIN BIKIN

Aktîvîsta TJA'yê Dorşîn Yalin jî 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got, "Li dijî hemû edet û modelên mêr ên li ser jinan tên ferzkirin, divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Ji Sakîneyan heta Sêvêyan têkoşîna jinên Kurd ku roj bi roj mezin dibe û li tevahiya cîhanê belav dibe heye. Divê em rêxistinbûna xwe li her qadê mezin bikin. Îsal di warê têkoşîna jinê de jî saleke çalak û girîng bû. 8'ê Adarê ji bo jinan destketiyeke mezin e û em ê di her şert û mercî de vê destketiyê biparêzin. Bi ruhê 8'ê Adarê em ê li her derê li qadan bin."