Em bi ruhê 8'ê Adarê berxwedanê mezin bikin!

Bi hezaran kes beşdarî mitînga 8'ê Adarê ya li Êlihê bûn. Di mitîngê de hate gotin, "Em têkoşîna li dijî polîtîkayên qirêj ên sîstemê ku jinan hedef digire mezin bikin. Em bi ruhê 8'ê Adarê berxwedana xwe mezin bikin.”

8'Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Êlihê mitîngek hate lidarxistin. Ji bo mitînga ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hate organîzekirin, jinan li Parka Jinan hatin cem hev. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî hatin qada mitîngê ji sê noqteyên cuda yên kortejê ketin qadê.

Tevî Dayikên Aştiyê gelek jin dowîz û lolîpopên li ser “Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe”, “Hevserokatî xeta me ya mor e”, “Qetilkirinên jinan polîtîk in”, “Hûn nikarin roja me tarî bikin”, “Peymana Stenbolê dide jiyîn”, Bijî berxwedana jinan” dinivîsandin hilgirtin. 

Her wiha jinan wêneyên jinên hatine qetilkirin ên Nagîhan Akarsel, Îpek Er, Rojvelat Kizmaz, Dîlan Korkmaz, Gulistan Doku, û Jîna Emînî hilgirtin. 

Jinan di qada mitîngê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” berz kirin, bi çepik û tilîliyan dengê xwe bilind kirin. 

JINÊN KU LI DORA FELSEFEYA “JIN JIYAN AZADIYÊ” BÛNE XELEK DÊ BI SER BIKEVIN 

Jinan bi govenda li ber muzîkên hatin lêxistin li benda destpêkirina bernameyê man. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz a li ser navê Komîteya Amadekar axivî, qala êrîşên li ser destkeftiyên jinan kir û anî ziman ku jinên li dora felsefeya “Jin jiyan azadî” bûne xelek dê bi ser bikevin.

‘JI TÊKOŞÎNA DI PÊŞENGTIYA JINAN DE PÊŞ DIKEVE RE HEZAR SILAV’

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Meyaser Akdag, jî ji qada mitîngê banga pêkhatine yekitiya gelê Kurd kir û wiha got: “Dayikên Şemiyê nobeta edaletê digirin. Divê ev daxwaz demildest were qebûlkirin. Heke em Kurd yekitiya xwe pêk bînin em ê li hemû qadên têkoşînê bi serkeftî derkevin. Yekitî hêza me ya herî mezin e. Li dijî têkoşîna gelê Kurd kes nikare bisekine. Ji têkoşîna di pêşengtiya jinan de pêş dikeve re hezar silav.”

‘EM LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET XWE BI RÊXISTIN BIKIN’ 

Aktivîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işik Yildiz, jî diyar kir ku berxwedana di pêşengtiya jinên Kurd de pêşdikeve belavî her derê cîhanê bûye. 

Yildiz, destnîşan kir ku kes nikare bikeve pêşiya têkoşîna jinan û wiha got: “Em kesên di nav têkoşîna jinan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ji hevrêyên me yên jin ên li girtîgehan li ber xwe didin re ji vir tilîlî û çepikên xwe dişînin. Têkoşîna wan ya li girtîgehan, rêya me ronî dike. Em li dijî polîtîkayên qirêj ên pergalê hedef digire têkoşîna xwe xurt bikin. Em bi ruhê 8’ê Adarê berxwedana xwe bilind bikin. Jin di hedefa şerê taybet ê pergalê de ne. Em li dijî van pêkanînên şer xwe bi rêxistin bikin. Em bi hev re têbikoşin. Yekane canê ku em winda bikin nîne. Ji ber vê yekê em têkoşîna xwe bilind bikin.”

‘BILA TU ROJVELATÊN DIN NEMIRIN’ 

Xwişka Rojvelat Kizmaz a hefteyên borî li bajêr dawî li jiyana xwe anî, Adar Kizmaz jî di mitîngê de axivî. 

Kizmaz, di axaftina xwe de wiha got: “Rojvelat beriya hefteyekê ku winda bibe miroveke govend digerand û keyf dikir bû. Em bawer nakin ku xwe kuştî ye. Piştî ku winda bû serlêdanên me çêbûn lê bêencam man. Me bi derfetên xwe dît. Di dema xwe de xebatên lêgerînê çênebûn. Kesên ku Heskîf di binê avê de hiştin bûn sedemê ku Rojvelat jiyana xwe ji dest bide. Ji bo ku tu Rojvelatên din nemirin divê jin bi hev re bihêz bin.”