Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Şandeya DEM Partiyê ya ku bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî ji Îmraliyê vegeriya.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

“Şandeya me ya ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat îro li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Ev hevdîtin bi dawî bû û şaneya me vegeriya. Şandeya me wê di saetên pêş de agahî û nirxandinên li ser naveroka vê hevdîtinê bi çapemenî û raya giştî re parve bike."