JIN
Hemû Nûçe
-
Sozdar Dêrik: Ji her êrîşê re wê bersiva me zelal be
Endama Fermandariya Giştî ya YPJ-QSD’ê Sozdar Dêrik wiha got: “Em ê li hemberî ti êrîşa ku li dijî civaka me û herêma me hatî kirin, bê helwest nemînin. Tenê divê em ji gelê xwe bawer bikin.” -
Li Kenyayê kujerê 42 jinan hate girtin
Polîsên Kenyayê ragihand ku wan li paytext Naîrobiyê ‘’kujerê psîkopat’’ girtiye ku kujerî îtîraf kiriye wî 42 jin qetil kirine. -
Aboriya Komunal xweparastinê bihêztir dike
Berdevka Komîteya Aboriyê ya Kongra Starê Gulistan Mûrad got ku ew bi aboriya komunal xweparastina jinan pêş dixin. -
Hevserokatî ji jinan re dibe cihê baweriyê
Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm ku serdana Colemêrg û Wanê kir, anî ziman ku mafê rêveberiya wekhev a hevserokatiyê baweriyeke mezin daye jinan. -
Kongra Star li dijî dagirkeriya Tirk daxuyanî da
Meclisa Kongra Star têkildarî binpêkirinên mafên mirovan û tundiya li ser jinan ên li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, daxuyaniyek weşand. -
‘Bi çand û hunerê re xweparastina jinê hat pêşxistin’
Endama Koordînasyona Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolaq diyar kir ku çand û huner nasname, ziman û hebûn e û got: “Bi çand û hunerê re xweparastina jinê hat pêşxistin.” -
'Desthilatdarî dixwaze bi destê Hîzbûllahê jinan û civakê bixe bin zext û bandora xwe'
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz wiha got: “Desthilatdarî dixwaze bi destê Hîzbûllahê jinan û civakê bixe bin zext û bandora xwe. Dewleta Tirk bi vekirina deriyên Meclîsê ya ji Hîzbûllahê re, gavên destpêkê yên vê pêvajoyê avêt.” -
Henîfe Mihemed: Bi paradîgmaya Rêber Apo me tehma azadiyê kir
Ji beşdarên Şoreşa Rojava Henîfe Mihemed got, "Jin a ku ji aliyê mejiyê baviksalar ve hate binpêkirin û parçekirin, bi paradîgmaya Rêber Apo tehma azadiyê kir." -
Çîgdem Dogû: Jin her ku têbigihêje û zane bibe, wê bi ser bikeve
Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû got, "Jin her ku tê bigihêje, hay jê hebe û zane bibe wê bi ser bikeve. Di xwezaya jinê de parvekirin heye, aştî heye, ji aliyê rêxistinbûnê ve jî hosta ye." -
Jina ku mala wê ji aliyê kurê wê ve hat şewitandin, jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Midyad a Mêrdînê jina ku mala wê ji aliyê kurê wê ve hate şewitandin, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. -
Jinên Tolhildêr li Geverê li dijî polîs û çawîşên pispor çalakî lidar xist
Însiyatîfa Jinên Tolhildêr da xuyakirin ku li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî avahiya ku polîs û çawîşên pispor ên dagirker lê diman, bi bombeya destçêkirî çalakî pêk anîne. -
YPJ'ê konferansa xwe ya 4'emîn lidar xist
YPJ'ê konferansa xwe ya 4'emîn lidar xist û ragihand ku ew ji bo bicihanîna erkên dema nû bi biryardariyeke mezin amade ne. -
'Xweparastin misogeriya azadiyê ye'
Ji damezrînerên Mala Jinê ya li Amûdê Hamdiye Abdullah got, "Jineke bêyî xweparastinê nikare destketiyên xwe biparêze. Her ku xweparastin bê xurtkirin, azadiya me jî wê misoger bibe." -
Yekîtiya Jinên Ciwan 5’emîn kongreya xwe li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 5’emîn kongreya xwe li Hesekê li dar xist. -
Bi şoreşê re ji aliyê aborî ve serbixwe bû
Şevîn Mihemed bi Şoreşa Rojava re xwe ji xweliya xwe afirand. Bi jinan xurt bû û ji bo jin bibin xwedî serxwebûna aboriyê proje afirand. -
Rojnamevanên jin êrîşa li Şengalê şermezar kirin
MGK’ê êrîşa ku li Şengalê li dijî kedkarên Çapemeniya Azad hatî kirin, şermezar kir. -
TJK-E: Zêdeyî 20 hezar jinan name ji CPT’ê re şandin
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) diyar kir ku zêdeyî 20 hezar jinan li dijî tecrîdê name ji CPT’ê re şandin û got: “Em bang li CPT’ê dikin ku wezîfeyên xwe bi cih bîne.” -
'Jin a têgihiştî jin a xweparastî ye'
Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Gulistan Gulo diyar kir ku xweparastina jinê xwe dispêre zanebûn û rêxistiniyê û destnîşan kir, jin a têgihiştî jin a xweparastî ye. -
Jinên ciwan: Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin
Çalakiya 4 rojan a ku jinên ciwan li Strasburgê dabûn destpêkirin bi govend û stranên herêmî bi dawî bû. Ciwanan diyar kirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were ew ê têkoşînê bidomînin. -
Şandeya jinên femînîst li dijî desteserkirinê banga piştevaniya hevpar kirin
Komek jinên femînîst ku çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, diyar kirin ku ew li dijî desteserkirinê vîna gel diparêzin û banga piştevaniya hevpar kirin. -
Li Meletiyê mêrekî hevser, keç û neviya xwe qetil kir
Li navçeya Erxevanê ya Meletiyê kesê bi navê Îsmet Budak, hevsera xwe Songul Budak, keça wê Cansû Aslan û neviya xwe Bulem Aslan qetil kir. -
Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz hat weşandin
Hejmara mehên Tîrmeh û Tebaxê yên Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi mijara ‘xweparastina jinê’ hat weşandin. -
JINNEWS: Meha Hezîranê herî kêm 37 jin hatin qetilkirin
Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINNEWS) ragihand ku meha Hezîranê ji ber tundiya mêr herî kêm 37 jinan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 7 jin jî bi gumanbarî mirin. -
'Divê nerazîbûneke tund bê nîşandan'
Jinên Wargeha Mexmûrê diyar kirin ku êrişên herî dawî yên li Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ji rêzê nîne, lewma divê nerazîbûneke tun a gel bê nîşandan û saziyên berpirsyar bi erka xwe rabin. -
Jinên Ciwan: Em cesaretê ji heqîqeta Rêbertî digirin
Di roja 3’an a çalakiyên jinên ciwan ên li Strasbougê de bi sernavê “Rastiya Rêbertî” semîner hat lidarxistin. Li îstasyona Strasbourgê jî dansên xwecihî yên Îtalya û Kurdistanê hatin pêşandan.