CÎK'ê alîkariyên ji bo Rojava hatin komkirin radestî Roja Sor kir
Civaka Îslamiya Kurdistanê 35 hezar Euro ji bo alîkariya welatiyên ji ber şer û pevçûnên li Rojava koçber bûne, radestî Roja Sor a Kurdistanê kir.
Civaka Îslamiya Kurdistanê 35 hezar Euro ji bo alîkariya welatiyên ji ber şer û pevçûnên li Rojava koçber bûne, radestî Roja Sor a Kurdistanê kir.
Kampanyaya alîkariyê ya Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) ku ji bo piştgiriya kesên ku di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) de neçar man koçber bibin, didome.
Piştî nimêja Înê ya ku li mizgeftên di bin banê CÎK'ê yên Fransayê de hat kirin, di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya ji bo koçberên Rojava 35 hezar Euro hatibû komkirin radestî rayedarên Roja Sor a Kurdistanê hat kirin. Alîkariya ku li Mizgefta Şêx Saîd a Parisê hatibû komkirin ji aliyê Serokê CÎK'ê Şevket Çakir û rêveberiya CÎK'ê ve radestî rayedarên Roja Sor a Kurdistanê hat kirin.
Mela Şevket Çakir der barê kampanyaya alîkariyê de daxuyanî da û diyar kir ku bi sed hezaran kes neçar man koçî Rojava bikin û got: "Girîng e ku em vê zivistanê bi gelê xwe yê di bin şert û mercên dijwar de dijîn re bibin yek. Banga me ji hemû gelê me re ev e; bila xwişk û birayên xwe li wir bi tenê nehêlin. Werin em destê alîkariyê dirêjî wan bikin. Werin em bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bidin xwişk û birayên xwe yên li wir. Kampanyaya alîkariyê didome û pêwîste em hemû beşdarî vê kampanyayê bibin."
Li mizgeftên li Elmanya û welatên din ên girêdayî CÎK’ê komkirina alîkariya ji bo Rojava didomin.