JINNEWS: Meha Hezîranê herî kêm 37 jin hatin qetilkirin

Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINNEWS) ragihand ku meha Hezîranê ji ber tundiya mêr herî kêm 37 jinan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 7 jin jî bi gumanbarî mirin.

Li gorî daneyên JINNEWS'ê, di meha Hezîranê de 37 jin û 10 zarok hatin qetilkirin û mirina 7 jin û 2 zarokan jî bi guman e. 
 
Li Enqerê 5, li Mêrsînê 2, li Rihayê 1, li Konyayê 2, li Edenê 4, Colemêrgê 1, li Rizeyê 1, li Mêrdînê 2, li Eskişehirê 3, li Îzmîrê 4, li Amedê 1, li Kayseriyê 1, li Denizliye 1, li Nîgdeyê 1, li Xarpetê 1, li Dîlokê 2, li Aydinê 1, li Kirikkalê 1, li  Antalyayê 1, li Stenbolê 1 û li Têkirdagê jî jinek hat qetilkirin. 
 
16 jin ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî ve, 5 jin ji aliyê mêrên pê re di asta desteberdanê de bûn, 3 jin ji aliyê mêrê ku dest jê berdabûn ve, 3 jin ji aliyê nasên xwe ve, 5 jin ji hêla nasnameyên an nediyar ve, jinek ji aliyê zavayê xwe ve, 2 jin ji aliyê bavê xwe ve, jinek ji aliyê xizmê xwe ve û jinek jî mêrê pê bû ve hat qetilkirin.