Yekîtiya Jinên Ciwan 5’emîn kongreya xwe li dar xist

Yekitiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 5’emîn kongreya xwe li Hesekê li dar xist.

KONGREYA 5'EMÎN A YEKÎTIYA JINÊN CIWAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Yekitiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma “Bi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, azad bike Rêbertî” 5’emîn kongreya xwe bi tevlêbûna 300 delegeyan li Hesekê li dar xist. Qada kongreye bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hat xemilandin. Di kongreye de bêyî navber dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Kongre bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre bernameya kongreye hat xwendin. Di kongreyê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Kongre bi nirxandinên jinên ciwan berdewam kir. Di kongreye sînevîzyona ji aliyê Ragihandina Jinên Ciwan ve hatibû amadekirin hat pêşandan.

Di kongreye Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêva Bekir axivî. Hêva Bekir anî ziman ku gelek bi wateye ku jinên ciwan di bin êrîşên dagirkeriyê de kongreya xwe li dar dixe û got: “Jinên ciwan bi hêzek xurt wê xeyalên şehîdan pêk bînîn.”

Berdevka Giştî a Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîtan Roj jî axivî û got: “Em ê di kongreya xwe de xebatên xwe yên çar salan binirxînin. Mijarên sereke ên jinên ciwan lêrast tên, wê were nirxandin. Nirxandin û nîqaşên bên kirin wê bibin biryar û demen pêş de werin pêk anîn. Li kûderê jinek ciwan hebe em ê li wir xwe birêxistin bikin û xebatên xwe bidin meşandin.”

Kongre bi nêrîn û pêşniyaran berdewam kir. Pişt re 25 endam ji bo rêveberiya yekîtiyê hat hilbijartin.

Kongre bi sozdanê û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.