BI DÎMEN

'Jin a têgihiştî jin a xweparastî ye'

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Gulistan Gulo diyar kir ku xweparastina jinê xwe dispêre zanebûn û rêxistiniyê û destnîşan kir, jin a têgihiştî jin a xweparastî ye.

XWEPARASTIN Û PERWERDE

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Gulistan Gulo li ser girîngiya xweparastinê, mekanîzmaya perwerdeyê ya heyî û rola perwerdeyê ya ji bo xurtkirina xweparastina jinê ji ANF'ê re axivî.

Gulistan Gulo anî ziman ku bi Şoreşa Rojava re mekanîzmaya xweparastinê gihîşt asta herî bilind û diyar kir, jin a ku pêşengiyê ji civakê re dike, parastina civakê ji xwe re dike esas û ji bo jiyaneke ekolojîk li ber xwe dide, li ser koka xwe têkoşîna jinûve afirandinê meşand û hîn jî dimeşîne.

Gulistan Gulo ragihand ku misogerkirina xweparastina jinê, yanî ji bo jin bibe ya xwe, zane bibe, xwe bi rê ve bibe, îradeya xwe xurt bike, bi esaswergirtina mîrateya çanda xwedawendiyê serî li gelek rê û rêbazan dide û got, "Li pêşiya ferz û zextên avaniya civak û malbatê ya kevneşop a li dijî jinê bend danî, li gel vê yekê ji bo afirandina civakeke demokratîk têkoşiya. Li hemberî pênase û nêzîkatiyên ku dibêjin, 'Jin nikare xwe biparêze, cihê jinê mala wê û kêleka hevserê wê ye, aqlê jinê kêm e', bi têgihiştina xweparastinê berxwedanek hate nîşandan."

Têkildarî sîstema perwerdeyê ya ji bo têgihiştin û xweparastina jinê jî Gulistan Gulo got, "Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star ji bo karibe di çarçoveya projeya Neteweya Demokratîk de civakê perwerde bike û bibe xwedî rêxistiniyekê, di Konferansa Kongra Star a 6'emîn de ava bû. Di sîstema perwerdeyê de meclîs û komunan ji xwe re dike esas. Ji perwerdeyên branşê heta bi perwerdeyên îdeolojîk li akademiyên me li gorî asta perwerdeyê ya mirovan dewreyên perwerdeyê têne lidarxistin. Ji bo jin bibe xwedî pîşeyekî perwerdeyên branşê têne dayin. Pirsgirêkên civakê li van mekanîzmayan têne nîqaşkirin, hewl tê dayin ku bêne çareserkirin. Bernameyên me yên akademiyê jî ji bo zêdekirina asta zanebûnê ya jinê, naskirina xwebûna xwe, xwerêvebirin û têkoşîna ji bo mafê xwe têne amadekirin. Li saziyên me her hefte bi rêk û pêk sîstema perwerdeyê pêk tê.

Gaveke din a girîng jî mijara perwerdekirina mêr e. Weke Komîteya Perwedeyê ya Kongra Star me karê perwerdekirina mêr jî hildan ser milê xwe û li amadekiyan mêr têne perwerdekirin. Dema ku mêr ên tevlî perwerdeya dewreyên vekirî û girtî bûne beşdarî nava civakê dibe, di asta tê xwestin de nebe jî ji aliyê wekheviya zayendî ya civakî de têkoşînek tê dayin. Ji bo avakirina hevjiyaneke azad, modela malbateke demokratîk di perwerdeyên ji bo mêr de têkoşîna zayendî tê meşandin."

Gulistan Gulo li ser rola jinan a bilindkirina asta perwerdeyê û xurtkirina xweparastinê jî got, "Bi rêya sîstema perwerdeyê em ji civakeke nezan ber bi civakeke zane ve diçin. Jineke zane û têgihiştî dike ku civak û neteweyekê zane biafire. Jin a têgihiştî xwedî hunera rêvebirina civakê ye. Jin a ku asta xwe ya têgihiştî pêşkêşî xizmeta civakê dike, bandorê li civakê dike ku gav bi gav zane bibe. Di vê mijarê de mirov dikare Şoreşa Rojava weke mînak nîşan bidin. Di demên destpêkê de ku sîstema perwerdeyê hate avakirin cudahiya navbera jin a perwerdekirî û ne perwerdekirî li holê bû. Piştî ku hejmara jinên perwerdebûyî zêde bû, kir ku hejmara jinên têgihiştî û civaka têgihiştî zêde bibe. Bi vî rengî li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî jinê têne meşandin bingeha xweparastinê hate danîn. Jin a zane tê wê wateyê ku dikare xwe biparêze. Jin a têgihiştî û zane jin a xweparastî ye. Jin a ku xwe nas dike, ew jin e ku dikare xwe biparêze. Jin a têgihiştî ew jin e ku dikare li ber êrişan rabe, li hemberî polîtîkayên qirkirinê tawîzê ji têkoşînê nade. Lewma bi têgihiştina jinê re xweparastin pêk tê. Jin ên zane û têgihiştî timî dibin hedefa dewleta Tirk û dewletên dijminê têkoşîna azadiyê ya jinan. Êrişa li dijî jin a têgihiştî ji bo qelskirina asta zanebûnê ya civakê têne kirin."

Gulistan Gulo ragihand ku ew dixwazin sîstemeke li ser bingeha wekhevî û demokrasiyê ava bikin û got, "Em dixwazin mêrekî demokrat, jineke demokrat, yanî civakeke wekhev ava bikin. Bêguman ji bo avakirina vê sîstemê jî pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye. Di mijara wekheviya zayendî de ku tê xwestin bi Şoreşa Rojava re bê afirandin, gavên girîng hatin avêtin lê belê hilweşandina mejiyê serweriya mêr ê pênc hezar salî hêsan nîne. Lewma em têkoşîna xwe dewam dikin."

Gulistan Gulo li ser pêşengiya jinê ya di xweparastinê de jî got, "Di avakirina civakê de çawa ku rola jinê girîng e, di vê serdemê de jî berpirsyarî û wezîfeya jinê zêde ye. Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinê deng veda. Lewma mîna deryayekê jin ber bi qadan herikîn, ji bo doz û mafê xwe têkoşiyan. Çawa ku jin malekê bi rê ve dibe di nava civakê de jî divê bi mîsyoneke bi vî rengî rabe. Dema ku mirov dikeve malekê eger jin ne amade be hingî mîna ku ew mal tarî ye xuya dike. Ji bo civakê jî ev yek derbasdar e. Tevlînebûna jinê li nava civakê dibe sedem ku ew civak ji rê derkeve. Ji ber vê jî ji malbatê heta bi saziyan divê jin li her qada jiyanê di asta rêvebirinê de be."