BI DÎMEN

Jinên Tolhildêr li Geverê li dijî polîs û çawîşên pispor çalakî lidar xist

Însiyatîfa Jinên Tolhildêr da xuyakirin ku li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî avahiya ku polîs û çawîşên pispor ên dagirker lê diman, bi bombeya destçêkirî çalakî pêk anîne.

Di daxuyaniya nivîskî ya Însiyatîfa Jinên Tolhildêr de, hat ragihandin ku wan avahiyeke ji çar qatan a di navbera malên Pîzok ên TOKÎ yên li Geverê ji aliyê polîs û çawişên pispor ên dagirkirin ve dihat bikaranîn, tesbît kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Avahiya ku her tim ji aliyê polîsên dagirker ve dihat parastin di 7’ê Tîrmehê de hedef hat girtin.”

Berfirehiya daxuyaniyê bi vî awayî ye, “Bombeya ku pêşî ji aliyê tîmên me ve hatibû amadekirin, di ketina avahiyê de hatiye bi cih kirin. Bi derbasbûna polîsên dagirker re bombe teqiya. Piştî teqînê, tîmên me dîtin ku dagirker bi panîk û tirseke mezin gule li hewayê û derdorê reşandine. Dagirkerên ku tirsiyan û ketin nava panîkê, bi wesayîtên zirxî li malên Pîzok ên TOKÎ’yê geriyan û ji gelê me re anonsên ‘Kêmek maye, em ê we hemûyan tevî zarokên we bişewitînin!' kirin.

Weke tîmên Însiyatîfa Jinên Tolhildêr, li dijî van gefan em ê çalakiyên xwe mezintir bikin û dewam bikin. Bi taktîk û planên nû em ê derbe li dijmin û xayînan bidin û xew li wan biherimînin!”