BI DÎMEN

Aboriya Komunal xweparastinê bihêztir dike

Berdevka Komîteya Aboriyê ya Kongra Starê Gulistan Mûrad got ku ew bi aboriya komunal xweparastina jinan pêş dixin.

XWEPARASTINA ABORIYÊ YA JINÊ

Berdevka Komîteya Aboriyê ya Kongra Starê Gulistan Mûrad destnîşan kir ku bernameyên ku piştevaniya serxwebûniya aboriyê ya jinan dikin, di avakirina jiyaneke wekhev û domdar de xwedî roleke girîng in û bal kişand ku ev yek ji bo jin di warê aboriyê de serbixwe bin, jiyana xwe di bin kontrola xwe de bigirin û di pêvajoyên biryardayînê de gelekî girîng in.

Berdevka Komîteya Aboriyê ya Kongra Starê Gulistan Mûrad têkildarî girîngiya aboriyê ya di xweparastina jinan de û têkoşîna jinan ya di warê bidestxistina aboriya xwe de ji ANF’ê axîvî.

Berdevka Komîteya Aboriyê ya Kongra Starê Gulistan Mûrad di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xweparastina jinan û got: ‘’ Ger em bibêjin Şerê Cîhanê yê 3’yemîn şerekî aboriyê bû, wê ne şaş be.  Ev şerê aboriyê  rasterast aboriya civakan hedef digire.  Di vî şerî de tişta ku herî zêde hedef tê girtin, aboriya jinan e. Divê aboriya hemû jinan bi hêz be. Ji ber vê yekê em ji bo ku hemû jin di warê aboriyê de serbixwe bin, dixebitin. Bi pêkanîna xaeparastina aboriyê hêza jinan jî derdikeve holê. Bi hedefgirtina aboriyê krîzên civakî û kaos rû didin. Ji nivîyê zêdetir jinên ku me seredana wan kirine, ew jin in ku serxwebûniya aboriya xwe bi dest nexistine.  Jinên ku nekarîne xweparastina xwe pêş bixin jî  di hemû qadên jiyanê de bi êrîşên fîzîkî û psîkolojîk re rû bi rû ne. Azadiya jinan rasterast girêdayî bidestxistina serxwebûniya aboriyê ye. Helbet ne rast e em bibêjin jinên ku serxwebûniya aboriya xwe bi dest xistine bi awayekî tam azadiya xwe bi dest xistine.  Serxwebûniya aboriyê di rêya azadiyê de xaleke pir girîng e. Jinên ku xweparastina aboriya xwe bi dest xistine, dikare xwe bi rê ve bibin, biryarên xwe bi xwe bidin û xwedî mafê gotinê bin. Ji bo bidestxistina xweparastinê jî divê xwebawerî û îrade bi hêz bin. Em dikarin bi awayekî hêsan ferqa di navbera jinên ku xweparastina xwe bi dest xistî û yên bi dest nexistî de bibînin.’’

Gulistan Murad di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku têkoşîna xweparastinê têkoşîna avakirina welatekî nû ye û wiha pêde çû: ‘’ Rêber Apo dibêje, ‘Bihêztirîn aborî, aboriya ku bi destê jianan tê avakirin e.’  Aboriya ku bi destê jinan hate avakirin, ji jinan hate dizîn û jin ji vê aboriyê dûr ketin û bûn biyaniyên wê. Li gel Şoreşa Rojava hem ji bo avakirina aboriya welat ya  bi destê jinan û hem jî pêkanîna xweparastinê de têkoşîneke bêhempa hate meşandin.  Xweparastin dikare bi avakirina aboriyeke kollektîf pêk were. Têkoşîna xweparastinê, têkoşîna avakirina welatekî nû ye. Têkoşîna xweparastinê, têkoşîna zîhniyetê ye.  Civakîbûna aboriyê wê rê li ber bihêzbûna xweparastinê jî veke.’’

Gulistan Mûrad bal kişand ser modela aboriyê ya bi Şoreşe Rojava re hatî pêşxistin û ev yek anîn ziman: ‘’Modela aboriyê ya ku me dixwest em bi Şoreşa Rojava re pêş bixin,  ew model e ku ji bo xizmeta civakê hilberînê esas digire.  Em hewl didin ku em modeleke ku bi ruhê kollektîf hilberînê dike, ava bikin.  Bingeha aboriya komunal bi kooperatîfan hate avakirin. Pergala kooperatîfan li Rojava pêngaveke yekem bû.  Beriya Şoreşa Rojava pergaleke aboriyê ya ku xwe bi xwe bi rê ve dibir, aborî bi jinan re yek dikir û pêşkêşî xizmeta jinan dikir, tune bû. Pergala aboriyê di destê dewletê de bû û civak jî weke karmendekî dewletê bû. Civak di warê pêşvebirina aboriyê de ne xwedî mafê gotinê bû.  Bi kooperatîfan ji bo jinan derfetên karan hatin dabînkirin û ji bo pêşvebirina aboriyê û ji bo ku jin xwe bi xwe bi rê ve bibin, derfetên mezin hatin dabînkirin.  Bi vê yekê edaleta civakî hate dabînkirin.  Bi avakirina pergala edaletê ya civakê jî civak hate teşwîqkirin. Gelek jinan nedikarîn karekî peyda bikin.  Bi saya kooperatîfan ev yek ji holê rabû û qadên ku jin bikarin xwe îfade bikin hatin avakirin. Ji sedî 80’yî kooperatîfan girêdayî çandiniyê tê birêvebirin.  Kooperatîfên çandiniyê li 7 kantonan bi armanca ji hemû jinan re derfetên peydakirina karî û dabînkirina serxwebûniya aboriyê kar dikin û her wiha ev yek di warê pêşketina aboriya welat de jî xwedî roleke girîng e.’’

Gulistan Mûrad di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bidestxistina serxwebûniya aboriyê ji bo jinan gelekî girîng e û got: ‘’ Bihêzbûna jinan ya di warê aboriyê de piştevaniyê dike ku jin û mêr xwedî heman maf û derfetan bin.  Gava ku jinan di warê aboriyê de serxwebûna xwe bi dest xistin, wê xwebaweriya wan jî zêde bibe û bikarin bi xwe biryarên xwe bidin û bihêztir bibin. Ev yek jî rê li ber wê yekê vedike ku bandora jinan di civakê de zêdetir bibe. Bi vê yekê di nava civakê de asta xizaniyê jî kêm dibe. Ev yek jî dike ku civakeke bihêztir ava bibe.  ji ber vê yekê bernameyên ku piştevaniya serxwebûniya aboriyê ya jinan dikin, di avakirina jiyaneke wekhev û domdar de xwedî roleke girîng in.’’

Gulistan Mûrad di dawîya axaftina xwe de qala projeyên xwe yên di pêşeroje de kirin û ev yek anîn ziman: ‘’Beriya her tiştî  di nava civakê de belavkirina zîhniyeta aboriya komunal armanca me ya bingehîn e.  Me biryar da ku em ê di heyamên pêşiya me de giraniyê bidin perwerdeyan.  Ji ber vê yekê wê akademiya aboriyê were vekirin.  Projeyên kooperatîfan yên ji bo xizmeta civak û jinan tên pêşkêşkirin, werin pêşxistin. Danûstandinên me yên têkildarî vê mijarê hê jî berdewam dikin. Armanca me ya sereke ew e ku em pergaleke aboriyê ya bêyî girêdayî derve xwe bi xwe bi têra xwe bike, pêş bixin.’’